Li Şamê komploya li dijî Ocalan û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û selvegera yekemîn a êrişên deweleta Tirk ên li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, gelê Kurd ê li taxa Zorava ya li Şamê daxuyaniyek da.

Li Şamê komploya li dijî Ocalan û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
10 cotmeh, 2020   10:19
ŞAM

Îro li ser bangewaziya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) gelê Kurd ê li Şamê li taxa Zorava li pêşiya Mala Gel (ku hikumeta Şamê deriyê wê girtiye û qedexe kiriye) kom bû û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi siyasetên dewleta Tirk bi seroktiya Recep Tayyîp Erdogan hate kirin û hate gotin ku hevgirtina AKP û MHP’Ê ku her roj şer derdixe, aramiya herêmê û cîhanê têk dibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dîroka destpêkirina êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî di 9 Cotmehê de ne tesaduf e. Ev berdewama Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998`an a li dij rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha di daxuyaniyê de siyaseta Erdogan hate şermezarkirin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê, saziyên mafên mirovan hate kirin da ku li hember siyasetên Erdogan û dewleta Tirk a şerker xwedî helwest bin.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên "Na ji şer, zordariyê û dijmantiyê re", “Bijî azadî û biratiya gelan", “Azadî ji rêber Apo re” û "Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.