'Divê gelên cîhanê û Rojhilata Navîn asta têkoşînê ji bo azadiya rêbertî bilind bikin'

Endamê Rêveber ê Komîteya Azadiya Rêbertî Diyar Yûsiv diyar kir ku xwesteka azadiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê li ser milê gelê Kurd e, lê belê li ser gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye jî û wiha got: "Bi rizgarkirina rêbertî re dê şer bi dawî dibe, aştî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bibe."

'Divê gelên cîhanê û Rojhilata Navîn asta têkoşînê ji bo azadiya rêbertî bilind bikin'
10 cotmeh, 2020   03:24
QAMIŞLO-DICLE EHMED

KCDK-E’ê roja 10 Cotmehê wek Roja Cîhanê ya Azadiya Rêber Ocalan ragihand û bang li tevahî gelan kir ku beşdarî çalakiyên ji bo azadiya rêber Ocalan bibin. 

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Diyar Yûsiv balkişand ser komploya navneteweyî de ya ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz pêk hat û bang li hemû kesên azadîxwaz kir ku di 10 Cotmehê de tevlî çalakiyên ji bo Rêber Ocalan bibin.

Diyar Yûsiv da zanîn ku hedef ji komployê, tecrîdkirina fikir û nêrînên rêbertî ye. Ji ber encamên fikir û têkoşîna wî ne tenê li ser asta Kurdistanê, lê belê li ser asta Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê jî mezin in.

Yûsiv piştrast kir ku tevî fişarên derûnî, sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan, girankirina tecrîda ji zêdetirî 11 salan ve û derbasbûna komployê ya sala 22’yan, lê belê fikra ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn û herêmê, derxist, çi li Sûriyê, Lubnan, Iraq çi li Rojhilata Navîn dibe.

Yûsiv diyar kir ku rêber Ocalan fikir û nêrînên ji dêvla şer û nakokiyên heyî pêşniyar kirin, ew jî têgeha neteweya demokratîk a ku xwe dispêre bingeha aştî û biratiya gelan e.

Yûsiv bi lêv kir ku fikir û felsefeya rêbertî bi xwe re aştî li Rojhilata Navîn û cîhanê anî. Ji lew re dixwazin dengê wî qut bikin û tecrîda girankirî jî nîşaneya wê yekê ye.

XWESTEKA AZADIYA RÊBERTÎ NE TENÊ LI SER MILÊ GELÊ KURD E

Diyar Yûsiv di derbarê mijarê de ev nirixandin kir: "Xwesteka azadiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê li ser pişta gelê Kurd e, lê belê li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Divê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê yekser ji bo rakirina tecrîd û azadiya rêbertî tev bigerin. Ji ber azadiya rêbertî ne tenê çareserkirina doza Kurd e, lê belê dê bi xwe re çareyan ji aloziyên bigirêk ên li herêmê re jî bîne û tevahî gelan azad bike."

Yûsiv destnîşan kir ku destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e. her wiha êrişên li dijî van destkeftiyan, êrişên li ser encamên fikra rêbertî ye, ji rêgezên wekhevî, biratiya gelan, jiyana hevbeş, parastina mafên jinan.

Ji bo bidawîkirina êrişên li dijî gelên herêmê û rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan Yûsiv da zanîn ku dive tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişan berxwedana lehengî pêşkêş kiriye, tev li hemleya "azadî ji bo rêbertî" bibin, asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Yûsiv wiha bi dawî kir: "Bi rizgarkirina rêbertî re şer bi dawî dibe, aştî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/84YHm2P_yXA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>