Çiya Kurd: Derketina koçberan ji kampê dê bi dilxwazî be

Têkildarî biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya valakirina kampa Holê ji koçberên Sûriyê, Bedran Çiya Kurd diyar kir ku derxistina ji kampê wê bi dilwazî be û got, ew ê bi welatên ku dixwazin hemwelatiyên xwe vegerînin re hevkar be.

Çiya Kurd: Derketina koçberan ji kampê dê bi dilxwazî be
10 cotmeh, 2020   02:34
NAVENDA NÛÇEYAN – LEZGÎN ÎBRAHÎM

Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di panela 6'an a MSD'ê ya li Reqayê hatibû lidarxistin de gotibû: "Em di Rêveberiya Xweser û MSD'ê de mijara kampa Holê û derxistina koçberên Sûriyê lêkolîn dikin. Li ser vê yekê em ê biryara valakirina kampa Holê ji tevahî koçberên Sûriyê bigirin."

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd li ser vê mijarê bersiva pirsên ANHA'yê dan.

'PIRSGIRÊKA KAMPA HOLÊ PIRSGIRÊKE BI GIRÊK E'

Bedran Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de pirsgirêka kampa Holê bi pirsgirêkeke tevlihev û bi girêk bi nav kir û bi bîr xist ku ku zêdeyî 65 hezar kes, ji koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê û zêdeyî 10 hezar muhacirên biyanî ji zêdeyî 50 kesên xwedî nasnameyên dewletên Ewropa, Asaya, Erebî di kampê de ne û piraniya wan malbatên DAIŞ'ê ne.

'DÊ KOÇBERÊN SÛRÎ LI GORÎ BEŞAN WERIN DERXISTIN'

Li ser valakirina kampê ji koçberên Sûriyê, Çiya Kurd wiha destnîşan kir: "Derxistina malbatên Sûrî ji kampê ji beriya demekê ve dest pê kir û li gorî beşan berdewam e. Ji ber ku malbatên ji Sûriyê ne rehîn û ne jî girtî ne ku neçar in di kampê de bimînin. Em di Rêveberiya Xweser de di demên dawî de me li ser girîngiya lezkirina derxistina sûriyan ji kampê nîqaş kir. Pêwîstiya hebûna wan li kampan êdî nîn e. Bi taybet piştî rizgarkirina tevahî herêmê ji DAIŞ'ê û pêkanîna xizmetê heta radeyeke baş, bi daxwaza şêxên eşîran ku berê ev mijar bi rêveberiyê re nîqaş kiribûn, biryara derxistina wan ji kampê hate girtin, êdî sûrî dikarin bi ewle li malên xwe vegerin."

Têkildarî lezkirina valakirina kampê ji koçberên Sûrî Çiya Kurd wiha domand: "Sedema lezkirina derxistina koçberên Sûriyê ji kampê, zêdebûna çalakbûna DAIŞ'ê di kampê de ye. Ji ber vê yekê erka Rêveberiya Xweser e ku tedbîran ji bo parastina jiyana sivîlan bigire û zarokan jî ji çalakiyên tundraw rizgar bikin."

' DERXISTIN DILXWAZÎ YE, HEJMAREKE MEZIN NAXWAZIN DERKEVIN'

Çiya Kurd bal kişand ser mekanîzmeya derxistina koçberan û got: "Derxistina koçberan wê bi dilxwazî be, ne bi zorê be, hejmareke mezin heye naxwazin ji kampê derkevin."

Bedran Çiya Kurd îşaret pê kir ku sedemên mayîna koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê li kampê gelek in û wiha pêk de çû: "Ji wan sedeman rewşa jiyanî û aborî ya zehmet e, sedemên ewlehiyê bi taybet li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê ku rewşa aborî li wir xirab e û ya ewlehî jî ne baş e. Ji ber vê yekê dixwazin li kampê bimînin ji ber ku bi awayekî asayî alîkariyê werdigirin."

 Têkildarî mijara vegera penaberên Iraqê yên li kampê li warê xwe ku hejmara wan 30 hezar e, Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku piraniya wan ji ber heman sedemên ku me li jor bi bîr xistin naxwazin vegerin warê xwe, dîsa jî li gel hikumeta Iraqê bernameya vegerandina wan nîne.

'HEGER DOSYAYA BIYANIYAN NEYÊ ÇARESERKIRIN, WÊ KARESATEKE MEZIN ÇÊBIBE'

Derheqê dosyaya biyaniyan de Çiya Kurd got: "Rewşa wan xetertir e, hem di aliyê îdeolojî de ku zarokên xwe li ser fikra DAIŞ’ê ya tundraw perwerde dikin û hem jî di aliyê ewlehî de ku ne tenê li ser kampê, lê belê li ser herêmê û bajarên wan jî xeter in."

Çiya Kurd ku heger ev mijar di demeke lezgîn de neyê çareserkirin wê karesatek çêbibe û hemûyan tehdîd bike. Her wiha destnîşan kir "Dewletên ku dixwazin welatiyên xwe vegerînin em ê ji wan re bibin alîkar."

'MAYÎNA BIYANIYAN, PROJEYÊN PIŞTEVANIYA KAMPÊ PÊWÎST DIKE'

Bedran Çiya Kurd da zanîn ku niştecihên biyanî yên li kampê jî piraniya wan naxwazin vegerin welatê xwe û got: "Hejmara mezin dixwazin di kampên Rêveberiya Xweser de bimînin, lê nabe rewş wisa berdewam bike. Ji ber ku pêwîstiyeke girîng bi projeyên piştevahiya ewlehî û lojîstîk, her wiha projeyên piştevahiya derûnî ji bo jin û zilaman û vekirina dibistanan ji bo zarokan heye da ku wan ji fikirê tundraw dûr bixe. Dîsa jî pêwîstî bi navendên perwerdekirina zarokên navbera 13 û 17 salî heye, ku hejmara wan zêde dibe û xeteriyeke rasteqîn çêdikin, nemaze ku piraniya wan bi navê 'Eşbal Xîlafa" ji aliyê rêxistina DAIŞ'ê ve hatine perwerdekirin."

BANGA LEZGÎN A DADGEHKIRINA DAIŞIYÊN BIYANÎ

Çiya Kurd girîngiya dadgehkirina girtiyên DAIŞ'î destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe: "Hîna em nêzî vê dosyayê wekî dozeke navnetewî dibin ku dadgehên Rêveberiya Xweser derbas dike. Ji ber vê em bi awayekî lezgîn banga desteka navnetewî dikin da ku DAIŞ'iyên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de bi taybet ên biyanî bidarizînin, ji ber ku gefa wan zêde dibe û gelek hewldan kirin da ku ji girtîgehê birevînin û çalakiyên xwe yên terorîst berdewam bikin."

Çiya Kurd desntîşan kir wan gelek caran bangewazî şandine, lê heta niha tu desteka pêwîst li ser asta navnetewî ji bo dîtina çareseriyekê ji bo DAIŞ'iyên xeter wernegirtine, pêwîst e dadgeheke navnetewî û adil li herêmên Rêveberiya Xweser were pêkanîn.

'DAIŞ'IYÊN SÛRÎ JI 2014'AN VE TÊNE DARIZANDIN'

Bedran Çiya Kurd bi bîr xist ku DAIŞ'iyên ji Sûriyê ji sala 2014'an ve li gorî qanûnên têkoşîna li dijî terorê ya Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser ve têne darizandin û diyar kir ku bi têkbirina DAIŞ li Baxozê û piştî pêngavên li dijî şaneyên veşartî bi taybet li Reqa û Dêrazorê hejmara çeteyan di girtîgehan zêde bûn, ev mijar ji aliyê desthilata dozgeriyê ya Rêveberiya Xweser ve hate nîqaşkirin.

Çiya Kurd da zanîn ku nîqaş bi girîngiya serbestberdana kesên ku lêpirsîn bi wan re hate kirin û îsbat bû ku destê wan di kiryarên terorîst de nîne encam da, rewşa girtiyên din dê li gorî biryara "Efûya Giştî" were nîqaşkirin, ev yekê dê li gorî pîvanên qanûnî û dozgerî ji aliyê têkildarî Rêveberiya Xweser ve were nîqaşkirin da ku sûcdaran sewqî dadgehê werin kirin.

ANHA