Li Beyrûtê komplo û dagirkerî hatin şeremzarkirin

Salvegera komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî li pêşiya navenda Komîseriya NY'yê ya li paytexa Lubnan, Beyrûtê hatin şermezarkirin.

Li Beyrûtê komplo û dagirkerî hatin şeremzarkirin
9 cotmeh, 2020   20:46
BEYRÛT

Li ser banga Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî  bi çalakiyekê li pêşiya navenda Komîseriya NY'yê ya li paytexa Lubnan, Beyrûtê hatin şeremzarkirin. Bi sedan kurd û dostên wê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Çalakvanê ermenî Karnik Sefhyan ê axivî dagirkeriya Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kir û got: "Li wir dixwazin dîrokê biguherin. Li wir dixwazin xwediyên rasteqîn ên xakê bikin biyanî. Em Ermen, Kurd, Asur û Suryan xwendiyên rasteqîn ên xakê ne, ji beriya 4 hezar sal ev xaka me ye, çi bikin jî wê nikaribin dîrokê biguherin."

Bi navê Kongreya Star Emel Hisên axivî û sûrên dagirkeran ên li dijî jin û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li NY, rêxistinên hiqûqî kir ku derbarê sûcên dagirkeran de lêpirsînê vekin û di zûtirîn demê de tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin.

Li ser navê nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, dagirkirina Tirkiyê ya li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê şermezar kirin û destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî teknîka şer a pêşketî berxwedaneke mezin nîşan da. Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne, dagirkeriyê bi dawî bike û koçberan li warên wan vegerîne.

Piştre Kewser Hesen daxuyaniya Kongreya Star a derbarê komployê de xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî 22 sal di ser komployê re derbas bû, komplo bi hedefkirina sembolên têkoşîna jina azad mîna Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û dayika Eqîde û têkoşerên din berdewam e.

Her wiha hate gotin ku sûcên Tirkiyê û komên girêdayî wê yên li herêmên dagirkirî nayên tehmbulkirin û efûkirin, divê civaka navnetewî dawî li dagirkeriyê bîne û sûcdaran muhasebe bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê Kongreya Star a Lubnanê û bi navê hemû jinên şoreşger û têkoşer em komploya qirêj şeremzar dikin û dibêjin; çawa hêzên komploger rêbertî fîzîkî dîlgirtin, lê nikarîbûn ramanê wê dîlbigirin. Li ser vê em banga rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan dikin."

Piştre daxuyaniya PYD'ê ji aliyê Ehmed Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê ya li herêmên bakurê Sûriyê û kiryarên dermirovî yên li dijî sivîlan têne kirin, talankirin û xirabkirina xwezayê û guhertina demografyaya herêmê û wiha hate domandin:

"Bi wesîleya salvegera yekemîn a êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî û komploya navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, em hatine vir, li pêşiya avahiya NY'yê ya li Beyrûtê kom bûne da ku ragihînin ku em sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên Sûrî yên li dijî sivîlan û komploya navnetewî ya di kesayeta rêber Abdullah Ocalan li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em bang li we dikin ku binpêkirinên rojane yên li dijî gelê me rawestînin û dagirkeriya Tirk li bajarên Sûriyê bi dawî bikin, destekê bibin koçberan da ku li warê xwe vegerin, her wiha dosyaya sûcên hêzên dagirker û çeteyên wê radestî dadgeha cezayan a navnetewî bikin.

Dîsa em bang dikin ku zextê li hikumeta Tirk bikin da ku rêberê Ocalan ê ku nûnertiya îradeya siyasî ya bi milyonan azadîxwazî û demokrasîxwazên cîhanê dike, berdin."

Piştre Seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî Henan Osman nameya çalakgeran radestî NY'yê kir.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S3YtljQhcPU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>