Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye

Rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê, di salvegera dagirkirina dewleta Tirk ji Serêkaniyê û Girê Spî re bi tundî dagirker şermezar kir inû bang li tevgerên siyasî yên kurdî kirin ku di zûtirîn dem de hevrêziya kurdî ava bikin da ku bi yekitiya xwe li hember dewleta Tirk bisekinin.

Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
Rewşenbîrên Rojava: Baştirîn bersiv li dijî dagirkeran avakirina hevrêziya kurdî ye
8 cotmeh, 2020   16:27
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî (YNKS) li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Piştre bi pankatên bi nivîsa "Serê salekê ye û Rojava ji êşê ranakeve hey Serêkaniyê" endam meşiyan, di meşê de bi pankart û sloganan banga derketina dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku kurdan ji bîr nekin û wan ji komkujiyan rizgar bikin û bi sloganên "Erdogan terrorist e" dewam kir.

Paşê meşvan gihaştin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişlo û daxuyanî bi sê zimanan Kurdî, Erebî û Ingilîzî dan.

Daxuyaniya bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûrî Qadir Egîd ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"îro yekemîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ye, ev dagirkirina ku ji bo nişteciyên bêguneh ên ku li navçeyên xwe jiyaneke aram û aştiyane dijiyan; êş û tirajediyayekek mezin li pey xwe hişt, bi taybetî piştî ku dewleta Tirk destê çeteyên bi navê artêşa niştimanî ya Sûriyê li van bajaran berda û wan jî dest bi tawanên mezin, kuştin û talan, dizî û binpêkirina mafê mirovan kirin, di gel guherînên demografîk û koçkirina nişteciyan bi darê zorê; wek ku komîteya navnetewî ya lêpirsînê ya serbixwe di rapora xwe de tekez dike.

Em, sazî û dezgehên rewşenbîran, bi navê nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi dengekî bilind dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û hemû bajarên din ên dagîrkirî yên Sûryayê, her wisa kiryarên kirêt yên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî xelkên bêguneh û sivîl pêk tînin şermezar dikin.

Em bangî hemû sazî û dezgehên navneteweyî, di serî de, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Encumena Ewlekariya Navnetewî dikin da ku bi erkên xwe rabin û dawiyê li van tawanan bînin, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajar û navçeyên dagirkî derxînin û wan navçeyan li xwediyên wan ên resen û rewa vegerînin da ku her kes vegere navçeya xwe û jiyanekeke aştiyane bijî.

Dema ku em bi navê rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina Serêkaniyê û Girê Spî û Efrînê bi tundî şermezar dikin; di heman demê de em qehremanî û berxwedana şervanên xwe û xwîna pîroz a şehîdan bi bîr tînin; li hemberî xwîna ku bi herikîna xwe axa Rojava, rûmeta mirov û pêkhatiyên Rojava parast, em bejnên xwe ji dil û can diçemînin.

Her wisa banga xwe digihînin hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurd li her deverê û em banga xwe digihînin hemû rewşenbîrên Sûriyê yên ji hemû pêkhatiyan jî, da bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin û li hemberî êrişên Tirkiyayê yên hovane bi tundî rawestin.

Her wisa em berê xwe didin nûnerên tevgera siyasî ya Kurd û ji wan re bi dengekî zelal dibêjin: baştirîn bersiv li dijî êrîşan ew e ku, di zûtirîn wext de hûn yekitî û hevrêziya kurdan pêk bînin, ku hûn hêz û şiyanên xwe berhev bikin da ku hûn raya giştî ya navnetewî hişyar bikin ji bo pêkanîna guşarekê li ser dewleta Tirk û çeteyên wê da yekser ji navçeyên dagirkirî vekişin û derfetê bidin xelkên me yên bêguneh ku vegerin malên xwe.

Em ê di demeke nêzîk de li hemû bajarên xwe yên şîrîn û delal vegerin. Ji ber ku vegerîn rastiya hebûna me Kurdan e.  Em ê bi bîra dinyayê bînin ku ev ax a Kurdan bû û hêjî ya Kurdan e û dê ya Kurdan bimîne; madem evîndarên vê axê hene; madem qehremanên vê axê hene, madem parêzvanên vê axê hene êdî mafê me yê rewa ye ku em li ser axa xwe bijîn ta ku jiyan hebe."

ANHA