Li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer, vejandina DAIŞ’ê û civaka navneteweyî bê deng e-3

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de û bi rêya hedefgirtina hêzên ku parastina girtîgeh û navendên girtinê yên ku tê de çete û malbatên wan hene, careke din piştevaniya vejandina DAIŞ’ê kir. Her wiha avahiyên zindî mîna avê li herêmên ku dagir kirine, fena çekekê li dijî sivîlan bi kar tîne, ev jî li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in.

Li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer, vejandina DAIŞ’ê û civaka navneteweyî bê deng e-3
8 cotmeh, 2020   00:12
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Dewleta Tirk DAIŞ’ê ji nû ve vedijîne û avê mîna çekekê li dijî sivîlan bi kar tîne

Ji destpêka aloziya Sûriyê de, dewleta Tirk bi rêya koma Îxwan El-Mislimîn hemû hêza xwe ji bo hilweşandina rejîma Sûriyê xerc kir û ji derbasbûna komên El-Qaîde ji Sûriyê re, bi taybet Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê sûd wergirt.

Dewleta Tirk ev kom ji bo serweriya li ser xaka Sûriyê bi kar anî. Lê belê piştî binketina planên wê yekser dest tê werda. Bi destwerdana xwe ya yekser hewl da artêşekê ji çeteyan ava bike ku ji bo şîrketên wê yên ewlehî bixebite û li her derê ku dixwaze şer bike. Ev yek di aloziya Lîbyayê de û aloziya Ermenistan û Azerbêcanê li Komara Qerebaxê de diyar bû.

Ji armancên dewleta Tirk ên êrişên 9’ê Cotmeha 2019’an yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî vejandina DAIŞ’ê bû. Ew jî piştî ku DAIŞ di aliyê erdnîgarî de li baregeha xwe ya dawî li Baxozê yê gundewarê Dêrazorê de têkçûye, pêk hat. Her wiha niha dest bi operasyonên girtina siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi navê "Operasyona Kobanê" kiriye, tê de siyasetmedarên ku piştevaniya Kobanê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên 15’ê Îlona 2014’an kiriye, girtin.

PIŞTÎ MIRINÊ JI NÛ VE DAIŞ HAT VEJANDIN

Di Adara 2019’an de QSD’ê ji aliyê erdnîgarî ve DAIŞ’ê di nuqteya xwe ya dawîn a li Baxozê de têk bir. QSD’ê 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê girtin û zêdetirî 40 hezar kes ji malbatên wê ku piraniya wan niha li kampa Holê ne girtin.

Girêdayî vê yekê, berpirsê girtîgehên girtiyên DAIŞ’ê Rûbar Hesen wiha got: "12 hezar DAIŞ’iyên sûrî, 5 hezar DAIŞ’iyên iraqî û 2 hezar DAIŞ’iyên biyanî ku ji 55 dewletên biyanî ne di girtîgehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne."

Êrişa dewleta Tirk a li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ji bo sivikbûna fişarê li ser şaneyên DAIŞ’ê bû. Bi wê re jî QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî, piştî têkbirina DAIŞ’ê, dest bi hemleya girtinê li dijî şaneyên DAIŞ’ê kir.

Li gel wê, di bingeha êrişan de, revandina çeteyan ji girtîgehan e. Bi wê re jî fermandar û berpirsên QSD’ê hişyarî li ser çi êrişeke dewleta Tirk li ser herêmê da, ku dê ew êriş bihêlin çalakiyên leşkerî li dijî DAIŞ’ê rawestînin û dê parastina herêmê li hember van êrişan bikin.

Di dema êrişên li ser herêmê de, artêşa Tirk a dagirker hêzên ewlehî yên ku parastina girtîgeh û kampên malbatên DAIŞ’ê kirin hedef, da ku wan birevînin.

Derdora gelek girtîgeh û kampên ku malbatên DAIŞ’ê tê de hebûn hatin topbarankirin û bombebarankirin. Armanca van êrişan ewlehiya herêmê xirab bikin û şervanên QSD’ê pê ve mijûl bikin, da ku şansekê bide çeteyan ku birevin û û şaneyên DAIŞ’ê wê çalak bibin.

Piştî du rojan ji êrişê, anku di 11’yê Cotmehê de, artêşa Tirk a dagirker girtîgeha taybet a çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ya li gundewarê rojavayê Qamişlo "Girtîgeha Navkurê" bombebaran kir. Di encamê de 5 çeteyên biyanî revîn, dîmen û wêneyên revê di kamereyên çavdêriyê de hatin belgekirin û QSD’ê jî li ser malpera xwe ya fermî parve kir.

Hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dest bi liv û tevgerê kirin. Di şeva 11’ê Cotmehê de û bi bombebarankirina Girtîgeha Navkurê re çeteyên DAIŞ’ê erebeyeke bombebarkirî li nêzî girtîgeha Xiwêran a taybet bi çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî li bajarê Hesekê, teqand da ku çete birevin.

Artêşa Tirk a dagirker di 13’yê Cotmehê de kampa Eyn Îsayê ya ku tê de malbatên DAIŞ’iyên biyanî hene kir hedef  û êrişî hêzên parastina kampê kir. Di encamê de kamp ji bin kontrolê derket û malbatên çeteyan ber bi sînorê Tirkiyê ve revîn.

Di wê demê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyand ku 785 çeteyên biyanî yên DAIŞ’î bi hevkariya koma çeteyên girêdayî Tirkiyê û bi parastina asîmanî ji Tirkiyê de, ji kampa Eyn Îsayê revîn.

Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker derdora girtîgeha jinên DAIŞ’ê ya li girê Miştenûrê ya li Kobanê ya topbaran kir.

Bi êrişan re şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê tev gerîn, QSD’ê li ser rêyan kirin armanc.

Têkildarî mijarê, çeteyên DAIŞ’ê di 16’ê Cotmehê de êrişa li ser pira di navbera bajarokê Eyn Îsa û Reqayê de hilgirt ser xwe.

Tevgerên DAIŞ’ê li gundewarên başûrê rojhilatê Hesekê, Xabûr, gundewarên bakurê rojhilatê Dêrazorê, Tebqa, Reqa û Minbicê zêde bûn. Çeteyên DAIŞ’ê rê mayîn dikirin û tevgerên QSD’ê li wan herêman dikirin hedef.

Di vî warî de fermandarê Antî Teror a girêdayî  Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Hesen piştrast kir ku êrişa Tirk hêviya vejandinê da DAIŞ`ê ye û got: “Me dît ku çawa şaneyan li gel êrişê tevgerên xwe li herêma Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbicê zêde kirin.”

Her wiha li gorî rayedarê ewlehiyê yê girtîgehên DAIŞ`ê Murad Elî, piştî ku hejmara nobedarên girtîgehan hate kêmkirin, çeteyên DAIŞ`ê di nava girtîgehan de li gel êrişên dewleta Tirk dest bi tevgerê kir. Gelek hewldanên revê derketin holê. Nesaxim di girtîgehên Sînaa, Xiwêran ên li Hesekê, Hepsê Reş li bajarê Dêrikê, Reqa, Şedadê.

Ev hewldan ne tenê di girtîgehên çeteyan de çêbûn, lê belê di kampên malbatên DAIŞ`ê yên li herêmên Rêveberiya Xweser tevgerên de bi guman rû dan. Bi taybet li kampa Holê ku xetertirîn kampên cîhanê ye, jiinên DAIŞ`î li hinek beşan kom bûn, alên DAIŞ`ê hildan û sloganên tundrew berz kirin, hêzên ewlehiyê yên kampê kirin hedef û hewl dan ku birevin.

Têkildarî vê yekê berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elî El-Hesen got: “Hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ`ê bi êrişên artêşa Tirk a dagirker re yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Ji destpêka êrişan ve û heta niha me zêdetirî 700 hewldanên revê yên malbatên DAIŞ`ê ji kampê bi bin xistin.”

El-Hesen diyar kir ku piraniya toreyên revandina malbatên DAIŞ`ê hatin deşîfrekirin. Ew girêdayî istixbarata dewleta Tirk in û gelek pere didin da ku wan malbatan ji kampê derxîne û bigihîne herêmên Sûriyê yên dagirkirî û piştre Tirkiyê.

TEVGERA ŞANEYÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Ne tenê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ewlehiya herêmê têk bibin, di heman demê de hikumeta Şamê jî hewl da wan êrişan ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Piştî serdanên mudirê nivîsgeha ewlehiya netewî ya Partiya Baas Elî Memlûk ji herêmê re û hevdîtina wî bi kesên girêdayî Baas re, komeke çekdar bi navê "Berxwedana Gel" hate avakirin.

Koma behsa mijarê dest bi propogandaya ku herêmên Rêveberiya Xweser dê vegerin bin kontrola hikumeta Şamê kir. Piştî ku hêzên hikumeta Şamê yên parastina sînor bi polîsa leşkerî ya Rûsyayê re li ser sînor di çarçoveya lihevkirina Rûsya-dewleta Tirk de ya agirbestê di 22`ê Cotmeha 2019`an de, belav bûn.

Van şaneyan bi rêya hedefkirina hinek kesayetên herêmê yên xwedî bandor, rûspiyên êlên Ereb û tawanbarkirina QSD`ê ku li paş wan bûyeran e, hewl da ku fîtneyê di nava pêkhateyên herêmê de belav bike da ku xwe bi xwe bi hev kevin.

Derbarê vê mijarê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid got, tevahiya şaneyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd ji êrişê girt û mijulbûna hêzên leşkerî bi şikandina êrişê bi kar anî, dest bi tevgerê kir da ku ewlehiya herêmê bi rêya teqînan, bûyerên kuştinê û hedefgirtina nuqteyên ewlehiyê têk bibin.

WÊRANKIRINA BINESAZIYA HERÊMÊ

Dewleta Tirk ji destpêka êrişan ve û heta niha, hedefkirina ewlehiya şêniyan domand. Sivîlan li ser rêya M4 a navneteweyî kir hedef û tevgera bazirganiyê da rawestandin, ev yek jî bi awayekî neyînî bandor li buhayên kelûpelan kir.

Binesaziya gelek herêman wêran kir, mîna rûxandina pira Ewn Dadat a li bakurê Minbicê ku Minbic û Cerablusê bi hev ve girê dide. Ev pir rêya sereke ya di navbera bakurê gundewarê Minbicê û bajêr e.

Av li ser milyonek sivîl li herêma Hesekê qut kir. Ev bi xwe sûcek li dijî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişên xwe stasyona Elok kontrol kir, weke çek li dijî gelên herêmê bi kar anî û dem demê avê li ser bajêr qut dike.

Her wiha di encama hedefkirina binesaziya herêmê de, stasyona Mebrûka ya kehrebeyê wêran bû. Ev stasyon, kehrebeyê ji bendavên Tişrîn û Tebqa vediguhêzîne herêma Cizîrê.

Têkildarî vê yekê Bêrîvan Xalid got: “Di encama êrişan de keraseteke mirovî li herêmê çêbû. Du bajar hatin dagirkirin, zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û xebatên perwerdeyê piştî wêrankirina 86 dibistanan rawestî.”

Bêrîvan destnîşan kir ku ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê hinek nuqteyên stratejîk mîna M4, stasyona Elok, stasyona Mebrûka, kontrol kirin û bikaranîna wan nuqteyan weke çekekî li dijî gelên herêmê, ewlehiya herêmê hinekî têk çû.

ANHA