Hesekê peyam da: Lêvegera kurdî dê xewna bav û kalan bi cih bîne

Di xwepêşandana li Hesekê li dar ket de, axîveran peyam dan û gotin ku lêvegera kurdî wê xewna bav û kalan bi cih bîne.

Hesekê peyam da: Lêvegera kurdî dê xewna bav û kalan bi cih bîne
Hesekê peyam da: Lêvegera kurdî dê xewna bav û kalan bi cih bîne
Hesekê peyam da: Lêvegera kurdî dê xewna bav û kalan bi cih bîne
Hesekê peyam da: Lêvegera kurdî dê xewna bav û kalan bi cih bîne
7 cotmeh, 2020   12:39
HESEKÊ

Li ser banga Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî(PYNK) û bi armanca piştgiriya yekitiya kurdan îro bi sedan şêniyên Hesekê daketin qadan û êrişên artêşa Tirk û gefên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe şermezar kirin.

Xwepêşandan li cem pira taxa Miftî ya Hesekê kom bûn û alên Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û pankartên bi nivîsên"Bi têkoşîn û berxwedana yekitiya Kurdan misoger bikin û artêşa Tirk derxînin" û "Faşîzma Tirkiye gefan li ewlehiya cîhanê dixwe bi hev re em li dijî terorê bisekinin" û ber bi Navenda Xabûr a Çand û Hûnerê ve meşiyan û sloganên banga yekitiyê berz kirin.

Xwepêşandêran li navenda Xabûr meş veguhirî mîtîngê. Di mîtîngê de, Koodînasyona Meclisa Jinên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Neclaa Temo axivî û got ku artêş Tirk û çeteyên bi navên"Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ji bo nasnameya, dîrok û çanda Kurdan tune bike herêmên Kurdan dikin armanc.

Neclaa Temo destnîşan kir ku bi yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hêza qehremanên QSD`ê wan karîn vîna terora Tirkiye bişkînin, ji ber jin, zarok û mêran dike armanc û mînka herî nêz li bajarê Kobanê 3 jin ji ber êrişên artêşa Tirk gihaştin asta şehadetê.

Neclaa Temo bang li Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurdî(PYNK) kir ku diyalogên di navbera xwe û ENKS`ê xurt bikin û ji bo şikandina artêşa Tirk û têkbirina wê, pêkanîna xewna bav û kalan, lêvegerek kurdî ava bikin.

Mîtîng bi sloganên"Bijî yekitiya gelê Kurd" bi dawî bû.

(eh)

ANHA