Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê îro daketin qadan û piştgiriya xwe ji bo yekitiya Kurdan diyar kir û bang li partiyên siyasî yên Kurdan kir ku di demeke nêz de yekitiya xwe ava bikin.

Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
Ji Qamişloyê banga ji bo yekitiya kurdî
7 cotmeh, 2020   11:42
QAMIŞLO

Bi armanca piştgiriya yekitiya kurdî û têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) bi dirûşma "Yekrêziya refa kurdî, mîsogeriya azadiya gelê me ye" xwepêşandaneke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di xwepêşandanê de pankartên "Berxwedan Jiyan e", "Efrîn", "QSD`ê me temsîl dike", "Bi berxwedan û tekoşîna me, em ê yekitiya neteweyî ava bikin û dagirkeriya Tirk têk bibin" hatin rakirin.

Her wiha di xwepêşandanê de alên partiyên ku cihê xwe PYNK`ê de digirin, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên zarokên ku di encamê êrişên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûbûn, hatin rakirin.

Di xwepêşandanê de endamên PYNK`ê, şêniyên kantona Qamişlo, endamên Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên gerîlayan hazir bûn.

Fatma Mehmûd ku tev li meşê bûbû, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew daketine qadan da ku piştgiriyê bidin xebatên yekitiya kurdî.

Cîhan Gulo jî destnîşan kir ku gel yekitiya xwe çêkiriye, lê divê partiyên siyasî jî hemû yek bin û got: "Em hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî yekitiya xwe ava bikin û pitşgiriya QSD`ê bikin da ku li hemberî êrişên dewleta Tirk rawestin."

Meş li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim axivî. Muslim diyar kir ku çi qasî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekoşîna xwe ya demokratîk û aştiyane bilind bikin dê ew qasî serkeftinê bi dest bixin û dagirkeriyê têk bibin.

Muslim da zanîn ku dewleta Tirk hemû hewldanên xwe bi hemû rêbazan dê bike da ku diyalogên kurdî-kurdî xerab bike û wiha pê de çû: "Ji bo vê yekê divê em hemû hişyar bin, ji her kesî tê xwestin têkoşîna xwe bilind bike, ji bo ku em bikarin pêşeroja zarokên xwe mîsoger bikin ku bi aştî bijîn."

ANHA