Parlamentoya Ewropayê: Rêbaza Tirkiyê li Qefqasyayê xeternak e

Piştî zêdebûna destwerdana dewleta Tirk li gelek şerên herêmî wekî Sûriye û Lîbyayê û herî dawî jî şerê Qerebaxê, cîgirê serokê Parlamentoya Ewropayê Fabio Castaldo li ser rêbaza dewleta Tirk a xeternak hişyarî da.

Parlamentoya Ewropayê: Rêbaza Tirkiyê li Qefqasyayê xeternak e
7 cotmeh, 2020   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fabio Castaldo ji tora Erebiye re wiha got: “Bi gurbûna şer li herêma veqetînê re, rêbaza Tirkiyê ya li Qefqasyayê pir xeternak e. Şerê Qerebaxê ji şerekî dualî vediguhere şerekî herêmî.”

Castaldo metirsiyên xwe li ser rola Tirkiyê di şerê herêmî de nîşan da û bang li Enqereyê kir ku xwedî ajandeyeke aştiyane ya diyalogê be û got: “Em ji Tirkiyê dixwazin siyaseta xwe ya dijminahiyê li Deryaya Spî rawestîne.”

Rayedarê ewropî piştî çend saetean ji daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Tirk ên di serdana wî ya îro li Azerbêcanê de, axivî.

Bangewaziyên navneteweyî yên rawestandina şer, dewam dikin. Li aliyekî din jî şerê ku di 27`ê Îlonê de li ser xeta rasthatinê ya di navbera hêzên Azerbêcan û Ermenistanê li herêma Qerebaxê û herêmên li derdorê dest pê kiriye, dewam dike. Ji beriya 20 salan ve, ev rageşiya herî xeterank e ya di navbera her du aliyan de. Her wiha tawanbariyên destpêkirina şer û anîna çekdarên biyanî jî, dewam dikin.