Li Efrînê revandina sivîlan, qutkirina daran û talankirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlek revand û baceyan li ser hilbirînên zeytûnan ferz dike. Her wiha  Her wiha gelek darên zeytûnan qut kirin.

Li Efrînê revandina sivîlan, qutkirina daran û talankirin
6 cotmeh, 2020   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê piştrast kir ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên bi fermana yekser ji istîxbarat dewleta Tirk ve dixebitin, şêniyê bi navê Mistefa Hemod (35) ê ji gundê Dêwa Jêrîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revand.

Ji aliyekî din ve jî rêxistinê da zanîn ku çeteyê bi navê Seed Bin Ebî Weqas ê ku gundê Merwaniyê yê girêdayî navçeya Şiyê dagir kiriye, 100 dolar bac li her xwediyekî zeviya zeytûna xwe biçîne ferz dike. Heta dema çinîna zeytûna şîn ji bo xwarinê jî bacan ferz dike.

Girêdayî heman mijarê, rêxistinê diyar kir ku çeteyên Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Qermîtliq ê girêdayî navçeya Şiyê li her dareke zeytûnê ku bê çinîn 8 dolar bac ferz kir, her wiha ji sedî 15 ji berhemên zeytûnê li ser darên koçberan ferz kiriye, lê şêniyên resen divê ji sedî 15 li hember çinîna zeytûnê bac bidin.

Li aliyekî din jî çeteyê bi navê Seed Bin Ebî Weqas 2 hezar û 800 darên zeytûnê yên bitemen ên gundê Merwaniya Jêrîn bê ser û ber  qut kirin, xwediyên wan daran ji heman gundî ne û wiha ne; Mîkaîl Bakîr Mistefa (200 dar), Mihemed Bakîr Mistefa (180 dar), Sibhî Bakîr Mistefa (140 dar), Îsrafîl Bakîr Mistefa (300 dar), Hecî Mihemed Mistefa (hezar dar) û Cibraîl Bakîr Mistefa (hezar dar).

ANHA