Xelkê Babê li dijî dagirkeran rabûn

Xelkên bajarê Babê ya dagirkirî li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rabûn.

Xelkê Babê li dijî dagirkeran rabûn
6 cotmeh, 2020   13:49
ŞEHBA –FÎRAS ÎBRAHÎM

Îro, kamyoneke bombebarkirî li nêzî çerxerêya Mizgefta Osman ya naverasta bajarê Babê ya dagirkirî hat teqandin. Di encamê de 15 kes hatin kuştin û derdora 50 kesî birîndar bûn.

Ji ber rewşa ewlehî ya xirab û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji qetilkirin û revandina sivîlan, desteserkirina milkên wan, guhertina demografî,  şêniyên bajarê Babê xwepêşandaneke mezin li dijî dagirkeran li dar xist.

Di 18'ê Cotmeha sala borî de jî şêniyên Babê li dijî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê rabûn.  Şêniyên xwestin ku dagirkeran ji bajar derkeve. MIT' ê ya Tirkiyê tundî li dijî xwepêşandêran bi kar anî.

ANHA