MSD'ê li şêniyên Şedadê guhdar kir

MSD'ê nameya Îlham Ehmed a derbarê derxistina koçberan ji kampa Holê ji şêx û rûspiyên eşîrên Şedadê re ragihand.

MSD'ê li şêniyên Şedadê guhdar kir
6 cotmeh, 2020   13:32
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), bi şênî û rûspiyên navçeya Şedadê  ya kantona Hesekê re civiya. Civîn li buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandina rewşa siyasî, pirsgirêk û daxwazên gel di warê xizmetguzariyê de, her wiha mjara berdana girtiyên ku destê wan di sûcên qetilkirinê de nine, hate lidarxistin.

Endamê Buroya Rêxistinî ya MSD'ê ya Hesekê Ezîzl Silêman destnîşan kir ku ev civîn yek ji civînên ku MSD'ê li navçeya Şedadê li dar xist e, di civînê de rewşa siysî li herêmên hate nixandin û li pirsgirêkên şêniyan guhdar kirin.

Silêman got, şênî û rûspiyan rewşa herêmê di warê xizmetguzariyê de nîqaş kirin û xwestin ku girtiyên li gel QSD'ê yên ku sûcên nekirine werin berdan. Her wiha xwestin rewşa xizmetguzarî û  jiyanî were başkirin.

Silêman têkildar berdana girtiyan got: "Seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed soz da ku efûyeke giştî  ji bo girtiyan were derxistin, kampa Holê ji niştecihên Sûrî were valakirin da ku şênî li malên xwe vegerin û jiyana xwe asayî li mal û bajarên xwe dewam bikin."

Ji şêxên eşîreya Milhim a Şedadê, Şêx Hemza El-Giûd spasiya MSD'ê kir ku daxwazên wan guhdar kir û di ber çavan re derbas bike.

El-Giûd destnîşan kir ku gelên herêmê bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re ne û dê destkeftiyên şoreşê biparêzin û welat ji nû ve ava bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CJi9jGXIYQA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>