Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Azrebêcan bombeyên guşî li dijî Qerebaxê bikar tîne

Rêxistina Efû ya Navneteweyî diyar kir ku Azrebêcanê bombeyên komî (guşî) yên li Israîlê hatine çêkirin di şerê li dijî Nagornî-Qerebax de bikar tîne.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî: Azrebêcan bombeyên guşî li dijî Qerebaxê bikar tîne
6 cotmeh, 2020   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Rêxistina Efû ya Navneteweyî Denis Krivoshev diyar kir ku bombeyên Îsraîlê li ser bajarê Stepanakert ketin. Her wiha diyar kir ku ew ji ber bikaranîna mîna van çekdan şaş maye.

Tora BBC a ku agahiyên xwe dispêre rojnemaya Daily Telegraph a Brîtanyayê, eşker kir ku êrişa bi bombeyên komî di batlaneya heftane de ya li ser bajarokê Stepanakert paytexta herêmê Nagornî-Qerebax hatiye belgekirin.

Li herêma Nagornî-Qerebax ji 27'ê Îlona borî ve şerekî dijwar navbera Azrebêcan û Ermenistanê de rû dide, dewleta Tirk çeteyên Sûriyî weke destek ji Azerbêcanê re dişîne.