Polîsên dewleta Tirk li Wanê 4 rojnamevan destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk li Wanê bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê de girt û 4 rojnamevan destgîr kirin. Rojnamevanên destgîrkirî bûyer û belgeyên ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji helîkopterê avêtina 2 welatiyan derxistibû holê.

Polîsên dewleta Tirk li Wanê 4 rojnamevan destgîr kirin
6 cotmeh, 2020   06:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsan Tirk serê vê sibê bi ser buroya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya Wanê û malên nûçegihanên ajansê jî di nav de, gelek rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinê de nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin destgîrkirin.

Her wiha polîsan dest danî ser wênekêş, kamera û malzemeyên teknîk ên rojnamegeran.

Rojnameger Cemîl Ûgûr, bûyer û belgeyên rapora Servet Turgut û Osman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve hatibûn destgîrkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxistibû holê û xistibû rojeva raya giştî.

Servet Turgut piştî 20 rojan di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiya Wanê, dûre der barê bûyerê de biryara qedexeya weşanê dabû.