'Fikir û felsefeya Ocalan sedema pêkanîna komployê ne'

Hemdiye Kotî ji navçeya Til Temirê diyar kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bûn sedema pêkanîna komploya navneteweyî, her wiha bang kir ku li hember tevahî komployan serî hildin.

'Fikir û felsefeya Ocalan sedema pêkanîna komployê ne'
6 cotmeh, 2020   04:22
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de tevahî hêzên navneteweyî beşdarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn. Armanca wê têkbirina proje û felsefeya rêbertî bû. Komplo bi derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de hat girtin.

Tevî derbasbûna 22 salan di ser komployê re, hê jî bi hemû şêwe û rêbazan berdewam e. Dewleta Tirk û dewletên pişgtiriya wê dikin tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dikin û nahêlin malbat û parêzer wî bibînin.

Bi nêzbûna salavegera 23’yemîn a komploya navneteweyî re, Hemdiye Kotî ya ji navçeya Til Temirê ye û dayika şehîdên Tevgerên Rizgariya Kurdistanê ye ku rêbertî dema li Sûriyê dîtiye, axivî.

Hemdiye Kotî jina ku felsefeya rêbertî di mejiya xwe de hûnandiye û li gel ANHA'yê bal kişand ser hedefên hêzên hegamon û berdewama wê heta vê demê.

HEVDÎTIN 3 ROJAN DEWAM KIR Û MIN HÊVÎ KIR KU BI DAWÎ NEBE

Hemdiye Kotî di destpêka axaftina xwe de li ser hevdîtina wê di 1997’an de ya bi rêber Ocalan re li paytexta Sûriyê Şamê axivî û wiha got: "Armanca me ji dîtina rêbertî ne tenê dîtina kesayeta wî ya rêvebertî bû, lê belê ez aşiqê naskirina felsefeya wî ya rêvebertî û zanîna wê bûm."

Hemdiye Kotî da zanîn ku li gel hejmareke welatparêzên dîtir li Şamê li gel rêbertî ma, di wê demê de li ser rewşa Kurd, doza wê û çawaniya rizgarkirina Kurdistanê hat nîqaşkirin.

Hemdiye Kotî wiha domand: "Axaftinên bi dema 3 rojan bi rêbertî re hê jî di bîraweriya min de heta roja îro sepandî ne. Felsefeya li gel rêbertî û ya ku pêşkêşî gelê xwe dike divê her mirovek di hundirê mala xwe de bijî û bi pêş bixe û her tim bîne bîra xwe ku mîna îskaneke avê ya vedixwe."

Hemdiye Kotî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser: "Komployên li dijî gelê Kurd ku rêbertî beriya 23 salan li ser diaxivî, niha li tevahî parçeyên Kurdistanê pêk tên. Min hêvî kir ku ew hevdîtin bi dawî nebe."

KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI DESTÊ TIRKIYÊ BÛ

Hemdiye Kotî  wiha destnîşan kir: "Komplo bi piştevaniya dewletên ewropî ji dewleta Tirk re pêk hat. Hedef jê jî têkbirina projeya rêbertî li Rojhilata Navîn û projeya biratiya gelan e û tirsa van dewletên ji fikra wî ye. Sedema duyemîn jî pêşniyarkirina rêbertî a fikireya biratiya gelan di navbera tevahî pêkhate û etnîkan de ye, mîna çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin."

Hemdiye Kotî di berdewam axaftina xwe de wiha pê de çû: "Ji ber van sedeman dewleta Tirk êrişî herêmê dike, her wiha dewletên ewropî jî dewleta Tirk derfet digire da ku herêm û pêkhateyên di bin banê biratiya gelan de bi hev re dijîn, derbe bike."

GEL FELSEFEYA RÊBERTÎ HILGIRT

Rêber Abdullah Ocalan di gelek peyamên xwe yên şandine de diyar kir ku hêza wî heye ku tevahî alozî û dozên bigirêk ên li Rojhilata Navîn çareser bike û ya herî girîng jî doza Kurd û krîza Sûriyê ye. Lê belê dewleta Tirk bi rêya tecrîda girankirî hewl dide ev fikre dernekevin derve da ku rewş wiha bimîne, ajande û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de Hemdiye Kotî wiha da zanîn: "Dewleta Tirk nizane ku gelê li pey rêbertî fikr û felsefeya wî hilgirtiye. Şoreşên Kurd ên piştî girtina rêbertî bi xwespartina fikrên rêbertî bûn."

KURDISTAN PARÇEYEK E Û DIJMINAN KIR 4 PARÇE

Hedmiye Kotî di dirêjahiya axaftina xwe de raber kir ku bi rêya piştgiriya hikumeta Başûrê Kurdistanê ji dewleta Tirk re ku şerê PKK’ê û hêzên Kurd bike, hikumeta Başûr jî di komploya mezin a li dijî gelê Kurd û rêberê wê de beşdar e.

Divê hikumeta herêmê baş bizane ku Kurdistan yek e û bûye 4 parçe. Her wiha şervanên ku dewleta Tirk şerê wan dike ji şêniyên gelê Kurd e û komplo li dijî wê ye jî, ji ber ew jî parçeyek ji Kurdistanê ye.

JI BO RÊBERTÎ SERHILDAN

Hemdiye Kotî got digel rewşên ku herêm tê re derbas dibe, divê gelê wê hevgirtî be ku bibe hêza xurt û pişta xwe need hêzên derve. Ji ber hêzên derve berjewendiyên xwe li ser hesabê destkeftiyên gelên herêmê dimeşîne.

Hemdiye Kotî wiha axaftina xwe bi dawî Kir: "Divê em bixebitin ku parastina felsefeya rêbertî bikin, serî hildin ku wî rizgar bikin û komployan têk bibin. Divê tevahî li ser şopa şehîd bimeşin û parastina destkeftiyên bikin û nehêlin hêzên dagirker seweriya wê bike û wêran bike."

(fr)

ANHA