Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê  ji bo Bavê Şêx sersaxî xwest

Şandeyek ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê û nûnertiya  PYD’ê li parêzgeha Şêxan, ji bo Lîderê Bilind ê ola Êzidî li cîhanê û Serokê Meclisa Rûhanî  yaCivaka Êzidî  Xirto Hecî Îsamîl (Bavê Şêx) sersaxî  xwest.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê  ji bo Bavê Şêx sersaxî xwest
5 cotmeh, 2020   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji endamên Desteya Rêveber a nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silava Silêman, Cemîl Rehmano, nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Hisên û endamên nûnertiya PYD’ê Efaf Bîlal û Mêrvan Hesen, pêk hat.

Şandeyê di merasîmê de piştrast kir ku Bavê Şêx di sepandina jiyana hevbeş, belavkirina rihê lêborînê di nava êzidiyên li herêmê û cîhanê de û  tevlêkirina jinên ji komkujiyên DAIŞ’ê rizgar bûne li nava civakê de roleke girîng lîstiye.

(fr)

ANHA