Zelal Ceger: Tevî hemû astengiyan Ocalan têkoşîna demokratî didomîne

Li Qamişloyê têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin. Di panelê de hate gotin, rêber Abdullah Ocalan tevî hemû astengiyên ku tê re derbas bûye, radest nebû û di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de berdewam e. Her wiha hate destnîşankirin ku armanca komplo, dûrxistina civaka Rojhilata Navîn ji fikr û felsefeya Ocalan e.

Zelal Ceger: Tevî hemû astengiyan Ocalan têkoşîna demokratî didomîne
Zelal Ceger: Tevî hemû astengiyan Ocalan têkoşîna demokratî didomîne
Zelal Ceger: Tevî hemû astengiyan Ocalan têkoşîna demokratî didomîne
5 cotmeh, 2020   14:26
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li kantona Qamişlo panel li ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Panel li Hola Efrîn a li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Hevseroka Meclisa TEV-DEM’ê Zelal Ceger, endamên Saziyên Civaka Sivîl û girseya şêniyan beşdar bûn.

Di destpêka panelê de endamê TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan axivî û wiha got: "Hedef ji komployê dûrxetina gelên Rojhilata Navîn ji fikir û felsefeya rêbertî û dagirkirina dewletên Rojhilata Navîn bi fikirên xwe yên kapîtalîst e. Lê li aliyekî din jî komplo li dijî tevahî gelên Rojhilata Navîn e."

Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk baş dizane ku çareseriya aloziyên li Rojhilata Navîn li gel rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ji lew re tecrîda li dijî rêbertî girantir dikin."

Îbrahîm bal kişand ser pêwîstiya berdewama pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê a têkolînê ku fikra rêber Abdullah Ocalan bigihînin tevahî gelên cîhanê û wiha pê de çû: "Tevî hemû sûc û komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî, lê her tim bi rêya peyamên xwe piştrast dike ew di şoreşa xwe de bi ser ket."

Ji aliyekî din ve jî, Zelal Ceger diyar kir ku meha Cotmehê li gorî gelên herêmê mehekî reş e û wiha got: "Cotmeh ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mehên reş e. Ji ber tê de li dijî rêber Ocalan komplo hat lidar xistin û dewleta Tirk bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

Zelal Ceger da zanîn ku tevî hemû astengiyên ku rêber Abdullah Ocalan tê re derbas dibe, lê radest nebû û berovajî wê ji bo fikra xwe ya demokratîk a di navber gelên Kurdistanê de belav bike, tê dikoşe û wiha berdewam kir: "Îro fikrê rêber Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser a ku xwe dispêre bingehên demokratîk û biratiya gelan, vejî."

Zelal Ceger wiha bi dawî kir: "Tevî hemû êriş û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê pêk tîne, lê di têkoşînê de berdewam in û perspektîfên rêber Ocalan ji xwe bingeh digirin."

(fr)

ANHA