Ciwanên Eyn Îsayê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Ciwanên navçeya Eyn Îsayê û koçberên di kampan de bi meşekê dagirkeriya dewleta Tir a li herêmê şermezar kirin.

Ciwanên Eyn Îsayê li dijî dagirkeriyê meşiyan
5 cotmeh, 2020   14:11
EYN ÎSA

Di bin diurşmeya "Em ê teqez bi serkevin" de, Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê meşek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li dar xist.

Meşa ku bi sedan ciwanên navçeyê û koçberên di kampan de tevlê bibûn, ji çerxerêya Displîna Leşkerî ber bi çerxerêya Şaredariyê ya navenda navçeyê ve dest pê kir.

Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşgerˏ pankartên bi nivîsên ʺ Bi rihê berxwedanêˏ berxwedana Heftetînê dê bi serkeveʺˏ wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên herêmê hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirin.

Li ҫerxerêya Şaredariyê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Elî El-Elî axivî û got, şêniyên bajarê berxwedanê Êyn Îsayê li dijî planên dagirkeriya Tirk disekinin û soz da ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî dê asta têkoşînê bilind bikin.

Elî El-Elî bang li hemû ciwanên li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê kir ku bibin yek û li hemberî planên dagirkeriya Tirk li Sûriyê bisekininˏ da ku layîqî şehîdên azadî û rûmetê bin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriyê pêngaveke bi diruşmeya "Em ê teqez bi serkevin"raghandibû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q3gS4Ik0UMg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>