Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû

Meşa jinan a 3 rojan a li Şehbayê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê heta rakirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dayîn.

Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû
Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû
Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû
Meşa jinan a li Şehbayê bi dawî bû
5 cotmeh, 2020   13:48
ŞEHBA

Kongreya Star a herêmê Efrînê di çarçoveya pêngava "Bes e dagirkerî dema dema parastina destkeftiyên şoreşê ye"de,  3'ê Cotmehê meşeke dirêj li dar xist. Meş ji navçeya Ehrisê dest pê kir, di roja duyemîn de li gundê Til Şeîr bû û di roja sêyemîn de li navçeya Fafînê bi dawî bû.

Jinan şaxên darên zeytûnan, pankartên bi diruşmeyên "Bimire îxanet" û "Bese tecrîd" hildan. Her wiha bê navber diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" davêtin.

Bi dehan jinên navçeya Fafînê bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan pêşwaziya meşvanan kir. Meş li pêşiya Dibistana Siwaqa ya Fafînê rawestiya û daxuyaniyek hate xwendin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê Cîhan Silêman, bi zimanê îngilîzî ji aliyê Narîman Hisên ve û bi zimanê Kurdî ji aliyê Meryem Misto ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî û tecrîda ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, hate gotin ku hêzên komploger xwestin bi komployê îradeya gelên azadîxwaz û gelên bindest têk bibin

Her wiha siyaseta rejîma Tirk bi ya qirêj û dijî nirxên mirovahiyê hate wesifandin.

Di daxuyaniyê de soza "bilindkirina asta têkoşînê û zêdekirina çalakiyan û eşkerekirina binpêkirinên dewleta Tirk a ku desteka xwe ji NATO'yê digire" hate dayîn.

Kongreya Star di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî, bi taybet ên jinan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji siyasetên li djiî Rêber Abdullah Ocalan re deynin û dagirkeriya Tirk a li herêmên Sûriyê bi dawî bike.

ANHA