Şervanên Ermen: Dewleta Tirk hewl dide Ermenan careke din qir bike

Şervanên Ermen diyar kir ku destwerdana dewleta Tirk û piştgiriya wê ya ji Azerbêcanê re ji bo qirkirina gelê Ermen e û bang li Ermenan kir ku di rêzekê de xak û gelê xwe biparêzin.

Şervanên Ermen: Dewleta Tirk hewl dide Ermenan careke din qir bike
4 cotmeh, 2020   06:01
HESEKÊ – DIYAR EHMO

Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de berdewam dike. Şer piştî ku hêzên Azerbêcanê êrişî herêma Qerebaxê kir ku ji sala 1992'yan ve nakok e, dest pê kir.

Dewleta Tirk wekî her carê destê xwe dixe aloziyê û ji bo berjwendiyên xwe aloziyê gur dike.

Dewleta Tirk bi serkêşiya serokê wê Recep Tayyîp Erdogan li dijî Ermenistanê piştgiriya xwe ji Azerbêcanê re ragihand û bi hezaran çeteyên ji Sûriyê şandin Azerbêcanê da ku li dijî hêzên Ermenistanê şer bikin.

Dijminatiya rejîma Tirk a ji Ermenistanê re kevn e. Pêşiyê wê dewleta Osmanî sala 1915'an de komkujiyeke li dijî Ermenan pêk anî, derdora mîlyon û nîv Ermen qetil kir û koçber kirin.

Şervanên Ermen ên ji Tabûra Şehî "Nûbar Ozyana" ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ji ANHA'yê re axivîn û piştgiriya xwe ji gelê Ermen re anîn ziman.

'ARMANC QIRKIRIN E'

Şervanê Ermen Manuel Demir bi bîr xist ku ji destpêka aloziya di navbera Ermenistan û Azerbayanê de, rejîma Tirk yekser destwerdan kir û xwe xist şer, her wiha çeteyên Sûrî şandin da ku li kêleka Azerbêcanê li dijî Ermen şer bike.

Demir destnîşan kir ku niyeta Tirkiyê ya ji destwerdana di şerê navbera herdu welatan de ji her kesî re eşkere ye û got, Tirkiyê hewl dide planên xwe pêk bîne û komkujiya ku kalikên wê Osmanî li dijî Ermenan pêk anîbûn, dûbare bike.

Demir destnîşan kir ku hêzên Ermen yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriyê didin gelê Ermen û artêşa wê.

'DIVÊ GELÊ ERMEN HEVGIRTÎ BE'

Li dijî gelên azad, di nav de Ermen komkujî hatin kirin, ji bo ev komkujî dûbare nebe, şervanê Ermen Manuel Demir banga hevgirtinê kir û got: "Ya me lewaz kir û ji hev belav kir, parçebûna me bû. Li ser vê yekê ez bang li gelê Ermen dikim ku li ku derê bin li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin û gel û xaka xwe biparêze."

Dîgran Ozyana jî got: "Em şervanên Ermen li hemberî siyasetên faşîst ên Tirkiyê yên li dijî gelê Ermen disekinin. Dijminahiya Tirkiyê ji gelê Ermen re dîrokî ye. Niha jî çeteyan dişîne da ku li dijî gelê Ermen destekê bide hêzên Azerbêcanê."

'DESTWERDANA DEWLETA TIRK NE JI BO PARASTINA AZERBÊCANÊ YE'

Ozyana got: "Divê her kes, bi taybet gelê Ermen bizanibe ku Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî mudaxeleya şer dike, divê azerbaycanî jî nas bikin ku desteka Tirkiyê ne ji bo parastina xaka wê yê, lê ji bo qirkirina Ermenan e."

Şervana Ermen Migrik Avadisyan peyama xwe ji gelê Ermen ê li Ermenistanê re şand, û got: “Divê gelê Ermen yê ku bi şer re rû bi rû maye, dev ji welatê xwe bernedin û ji dewletaTirk û wan hêzan netirsin ku êrîşî sînorên welatê wan bikin. Lê çek rake û xaka xwe biparêze û nehêle komkujî li dijî wan dûbare bibe."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hxUv1sJJoog" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>