​​​​​​​Bedran Hemo: Îmralî akademiya belavkirina fikirê neteweya demokratîk e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê bi "Rojeke reş û bi êş ji gelê Kurd re" bi nav kir û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya rêbertî û gelên bindest berdewam e.

​​​​​​​Bedran Hemo: Îmralî akademiya belavkirina fikirê neteweya demokratîk e
4 cotmeh, 2020   01:22
HELEB – ARIF SILÊMAN – MIHEMED EBDO

9'ê Cotmehê salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya li gelê Kurd e ku di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Sûriyê ji şerekî dûr bixîne û komployên dewletên faşîst ên dagirkirina welatên ereban û destwerdana di kar û barên wan de vala derxîne ji Sûriyê derket.

Bi wesîleya salvegera 22'an a Komploya Navneteweyî ya 22'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo ji ANHA'yê re axivî

SEDEMA DERKETINA JI SÛRIYÊ

Bedran Hemo destnîşan kir ku derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê gelek sedemên wê hene, hemû hêzên hegemon bi rêya rêxistina "Gladyo" zext li Sûriyê kirin da ku bi gelek hincetan destwerdanê bikin û berhemên wê talan bikin.

Hemo destnîşan kir ku ji wan hincetên ku dewletên faşîst girtin; Sûriyê tawanbar kirin ku tevgerên rizgariyê dihewîne yên ku li ser berjewendiyên endamên rêxistina Gladyo xeter in, mîna Rêxistina Rizgariya Filîstinê ya ku hebûna Îsraîlê tehdîd dike û Partiya Karkerên Kurdistanê ya ku pêşengtiya têkoşîneke çekdar li dijî faşîsma dewleta Tirk dike.

Gladyo, rêxistineke veşartî ye, piştî şerê cîhanê yê duyemîn ji aliyê dezgehên îstîxbaratê yên kapîtalîst ve hate avakirin ji bo ku li hemberî berfirehbûna komînîstên cîhanê bisekine û berjewendiyên dewletên faşîst bi rêbazên herî xirab biparêzin.

Hemo destnîşan kir ku ji wan dewletan yek dewleta Tirk e, ku hemû hêza xwe li ser sînorê Sûriyê kom kir da ku şerê Sûriyê bike heke Rêber Abdullah Ocalan jê dernekeve.

VEBIJÊRKÊN DERKETINÊ

Bedran Hemo da zanîn ku du vebijêrk li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan hebûn, çiyayên Qendîlê an Ewropa. Bedran gotina rêbertî bi bîr tîne "Heke ez biçim çiya wê dewleta Tirk gelê Kurd qir bike", li ser vê yekê biryar da ku biçe Ewropa da ku dengê gelê Kurd bighîne qada navnetewî.

Hemo diyar kir ku her kes Ewropa wekî cihê çareserî, demokrasî û mafên mirovan dibîne, lê mixabin, piştî ku rêber Ocalan berî da Ewropayê îsbat kir ku li dewletên Ewropayê demokrasî nîne, tenê bi nav heye.

Bedran Hemo axaftina xwe wiha domand: "Rêber Ocalan 36 rojan di navbera Rûsya û Yewnanistanê de ma, derdora 66 rojan li Îtalyayê ma. Bi girtina wî doza gelê Kurd gihişte qadên navneteweyî û herkesî gelê Kurd nas kir."

ÎMRALÎ AKADEMIYA DUYEMÎN E

Hemo di berdewama axaftina xwe de got, sekinandina rêbertî di dadgeha Tirkiyê di 29'ê Hezîrana 1999'an de, xwedî gelek wate ye û wiha pê de çû: "Di wê rojê de Tirkiyê hêvî dikin ku cezayê darvekirinê li dijî rêbertî were birîn, lê helwestên rêber Ocalan li dadgehê, polîtîkayên dewleta Tirkyê têk birin. Rêbertî di rûniştina darizandinê de got, Kurd û Tirk bira ne, tu pirsgirêk di navbera herdu gelan de tune ne ku li ser vê axê bijîn. Bi vê yekê îşaret pê dike ku hikumeta Tirkiyê ya faşîst sedem e."

Bedran Hemo girtîgeha Îmralî bi akademî bi nav kir û got: " Bi berfirehkirina çerxa şoreşê re ku ber bi nêzîkatiya netewa demokratîk a ji bo tevahiya Rojhilata Navîn vedigere, di ramanan de veguherînek paradîgmayê afirand."

Têkildarî bêdengiya cîhanê ya li hemberî doza gelê Kurd û pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, Hemo wiha axivî: "Dewletên ji tevahî cîhanê beşdarî komploya navnetewî ya li dijî rêbertî bûn, hemû di aliyê exlaq de ketine û nikarîn rêbertî parastibana.

Her wiha destnîşan kir dewletên ku beşdarî komployê bûne, heman dewlet in ên ku nêzîk kurdan dibin, piştî ku gelê Kurd hêza xwe ya têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên rewa îsbat kir.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Bedran Hemo di dawiya axaftina xwe de got:  "Rêber Ocalan dikare welatekî serbixwe ava bike ku ber bi neteweya demokratîk ve bibe, ji ber ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bi projeya neteweya demokratîk wê çareser bibe ku hemû ol û çandên ku bi hev re dijîn dihewîne."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CzcIbiUV4YY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>