SOHR: Di şerê di navbera hêzên hikumetê û DAIŞ' de 50 kes hatin kuştin

SOHR, diyar kir ku di şerê 48 saetên dawî de yê li bejahiya Sûriyê (Badiya) yê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de 50 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.

SOHR: Di şerê di navbera hêzên hikumetê û DAIŞ' de 50 kes hatin kuştin
3 cotmeh, 2020   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), diyar kir ku li bejahiya Sûriyê, li sêkoşiya Hema, Heleb û Reqayê şerê giran di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî.

SOHR, ragihand ku di şerê li bejahiya Resqafa ya başûrê Reqayê de 8 leşkerên hêzên hikumeta Sûriyê, li bejahiya rojavayê Dêrazorê 3 leşker û 17 çeteyên DAIŞ'ê de hatin kuştin.

Li gorî SOHR, di Cotmehê de 11 leşkerên hikumeta Şamê û 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.