Şaxê duyemîn ê Saziya Mezexêran li Reqayê hate vekirin

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaxê duyemîn ê Saziya Newroz a Mezexêran li Reqayê vekir.

Şaxê duyemîn ê Saziya Mezexêran li Reqayê hate vekirin
3 cotmeh, 2020   13:36
REQA

Nirxê lîreyên Sûriyê li hemberî dolarê Amerîkayê gelekî kêm bûye, di encamê de nirxên kel û pelan bilind bûye. Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser bi armanca sivikkirina barên welatiyan li Reqayê li taxa Seyf El-Dewle şaxê duyemîn ê Saziya Newroz a Mezexêran vekir.

Li Saziya Mezexêran madeyên wekî "Zeyt, şekir, birinc, çayê, konsirwa, beqle û madeyên paqijkirinê" hene û bi nirxekî kêm difiroşin.

Endama Rêveberiya Şaxê Saziyê ya li taxa Seyf El-Dewla diyar kir ku ji ber şêniyan zêde madeyên xwarinê dixwestin û zext li ser şaxê yekemîn ê saziyê çêdibû, şaxê duyemîn jî hate vekirin û bi vê yekê hewcedariyên welatiyan bi cih tînin..

Hêjayî bibîrxistinê ku Şaneya Aloziyê ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî Amerîkayê di meha Hezîrana derbasbûyî de ceza li Sûriyê birî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk ve saziyên Newroz hatin vekirin û barên welatiyan siviktir kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6vI_YUE0SuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>