MSD`ê li Reqayê panela xwe ya duyemîn li dar xist

Di panela duyemîn a MSD'ê ya bajarê Reqayê de ku ya 6'emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, beşdaran bi dirûşmeya"Ji bo şêniyên Cizîrê û Firatê ber bi kongreyekê neteweyî ve" îşaret bi girîngiya çareseriya siyasî û dawîkirina azara gelê Sûriyê kirin.

MSD`ê li Reqayê panela xwe ya duyemîn li dar xist
3 cotmeh, 2020   13:30
REQA

Panel li hola civînan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Reqayê li dar ket. Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, Cîgirê Desteya Serokatiya MSD`ê Hikmet Hebîb, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulhamd El-Mihbaş, rûspiyên eşîrên Reqayê û kesayetên siyasî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de îşaret bi rêzegên bingehîn ên parastina mafên hemwelatibûnê û mafên hemû pêkhateyên Sûriya yekgirtî, xurtkirina beşdariya ji saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşxistina Rêveberiya Xweser û ya Sivîl hatin kirin. Ev mijar di nava du xalan de hatin nîqaşkirin.

Di mijara yekemîn a panelê de diyaloga Sûrî-Sûrî de, diyalogên bi muxalefetê, rejîmê û Kurdî-Kurdî û bandorên wan li çareseriya siyasî hate nîqaşkirin. Cigirê Desteya Rêveber ê MSD`ê Hikmet Hebîb axivî û da zanîn ku MSD` heta dawiyê girîngiyê dide çareseriya aloziya Sûriyê ya bi alî û hêzên Sûriye pêk ve re.

Hebîb got ku hin diyalogên wiha ji ber destwerdanên hin hêzên siyasî yên ji derve hatin astengkirin, ji ber çareseriya aloziya Sûriyê ji bo berjewendiyên wan gaveke neyinî ye, nexasim ji bo Koolîsyonê/Îtîlavê ku rasterast bi artêşa Tirk ve girêdayî ye.

Têkildarî diyalogên bi hikumeta Şamê re, Hikmet Hebîb piştrast kir ku hewldanên lidarxistina diyalogan hikumeta Şamê jî digire nava xwe, lê tevî ku hin komîte hatin avakirin û dest bi karên xwe kir bi ser neket, ji ber hikumet hîn jî çareseriya ku dawî li aloziyê tîne berdewam nekir û hişmendiya wê ya navendî ev diyalog red kir.

Hikumet Hebîb bal kişand ser diyalgoên Kurdî-Kurdî û got: "Ev diyalog li gorî hesabên aliyên Sûriyê yên din pêk nehat, lê belê ji bo garantiya yekitiya neteweyî û parastina çareseriya aştiyane ku serketinê qezenc dike pêk hat."

Di mijara duyemîn a panelê de behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê herêmê de û rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser, mekanîzmeya pêşxistina beşdariya ji saziyên Rêveberiya Xweser de hate kirin. Di vê rojevê de Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Abid Hamid El-Mihbaş axivî û behsa têkiliyên dîrokî yên di  navbera pêkhateyên Sûriyê de kir ku hin hêzên herêmî hewldana derxistina fitneyan dikir.

Abid Hamid El-Mihbaş di nava axaftina xwe qala qonaxên avakirina Rêveberiya Xweser û Sivîl kir û destnîşan kir ku piştî saziyên hikumeta Sûriyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiyan, ji bo rêvebirina kar û barên civakê ev rêveberî hatin avakirin û parastina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê kirin û paşê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser serketinên saziyên Rêveberiya Xweser tevî zor û astengiyên artêşa Tirk û komployan bidestxistine.

Piştî wê deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û tê de nîqaşa qoxanên diyalogên bi hikumeta Şamê, girîngiya çareseriya siyasî ku gelê Sûriyê zehmetiya wê dikişînin hate kirin.

Beriya ku panel bi dawî bibe beşdaran ji bo saziyên Rêveberiya Xweser pêşiyar kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vBDY7Tf2I7A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>