'Armanca sûcên Tirkiyê qutkirina herêmê ji xaka Sûriyê ye'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku kiryarên Tirkiyê yên li dijî niştecihên resen ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî sîstematîk in armanc jê qutkirina xaka Sûriyê û tevlêkirina xaka Tirkiyê ye.

'Armanca sûcên Tirkiyê qutkirina herêmê ji xaka Sûriyê ye'
2 cotmeh, 2020   06:07
MINBIC

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Elî Ebo têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî ji ANHA'yê re axivî.

El-Ebo destnîşan kir ku sûcên ku Tirkiye li djiî niştcihên herêmên dagirkirî pêk tîne, hewldanên tirkkirin û guhertina demografîk, talankirina şûnwaran mîna li Efrîn û Girê Spî ji bo avakirina baregehên leşkerî ne.

'SIYASETA OSMANÎ GELEKÎ KEVIN E'

El-Ebo axaftina xwe wiha dewam kir: "Çanda li Sûriya ya ku bi dergûşa şaristaniyê tê naskirin talan kirin, Texrîbateke plankirî li dijî dîroka Sûriyê û şûnwarên wê tê kirin. Her wiha bi zorê şêniyên resen tên koçberkirin û milkên wan ên taybet tên desteserkirin. Sivîl tên revandin û êşkencekirin."

Mihemed Elî El-Ebo diyar kir ku li bajarê Efrînê niştecihên resen ji malên wan hatin derxistin û komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk hatin bicihkirin û wiha dom da axaftina xwe: "Kiryarên Tirkiyê ne tiştekî nû ne, ev kiryar plankirî ye, dixwaze împaratoriya Osmanî ya ku heman kiryar li dijî gelên herêmê pêk dianî vegerîne."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo bal kişand ser siyasetên tirkkirinê li herêmên dagirkirî û ev wiha axivî: "Tirkiye dixwaze ku gelê Sûriyê xaka xwe ji bîr bike û bide xuyakirin ku Tirk e. Ev yek rastiya planên dewleta Tirk li Sûriyê dide nîşandan. Tirkiye dixwaza herêmên ku dagir kirine ji xaka Sûriyê qut bike û tev li xaka xwe bike. Ferzkirina pereyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî û hildana ala Tirkiyê li avahiyên sazaiyan vê yekê nîşan dide."

El-Ebo nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û got: "Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî têkildarî sûcên li herêmên ku Tirkiyê dagirkirine raporek weşand. Di raporê de behsa binpêkirinên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî ji koçberkirin, talankirina milkên taybet, êşkencekirin, guhertina demografî tê kirin. Lê me tu deng û tu helwest ji civaka navnetewî nedîtine."

El-Ebo diyar kir ku pêwîst e, gelê Sûriyê rûmeta xwe biparêze, bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike û nehêle ku Tirkiye wan bi kar tîne, mîna ku wan li Lîbya û Azerbaycanê bi kar tîne.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Meclisa Sivîl a bajarê Minbicê û gundewarên wê bang li kesên ku diçin Lîbya yan Azerbaycanê kir, "Heke hûn welatparêz bin xaka xwe biparêzin û ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin û nebin amûrek di destê Tirkiyê de."

ANHA