'Girtiyên Kurd, Ereb û Belûş li Rojhilat û Îranê di xeteriyê de ne'

Endama Tora Mafên Mirovan a Kurdisatnê Fatime Kerîmî pişrast kir ku di çend salên dawîn de zext û siyasetên hovan li gelemperiya Îranê zêde bûye û taybet li herêmên Kurd ên herî zêde ku rastî qirkirina çandî û siyasî tên.

'Girtiyên Kurd, Ereb û Belûş li Rojhilat û Îranê di xeteriyê de ne'
1 cotmeh, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Di dema ku mudexeleyên Îranê li dewletên herêmê mîna Sûriyê, Iraq, Yemen û Lubnanê de zêde dibin û piştgiriya komên alîgirên xwe li wan welatan bike, lê gelên ku li Îranê dijîn paşguh kirin. Siyasetên înkarkirinê li dijî wan meşandin, zimanê wan qedexe kir û siyasetmedar darve kir.

Têkildarî mijarê, Endama Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya ji Rojhilatê Kurdistanê Fatime Kerîmî axivî û diyar kir ku Îran niha di aloziyek aborî re di bin zextên hêzên cîhanî de di serî de Amerîkayê derbas dibe û herêmên kurdan ji herêmên Îranê yên herî zêde aloziya aborî tê de heye.

Fatime diyar kir ku bi hebûna aloziya aborî, divê hikumeta Îranê zextên xwe li ser gel bikira, lê berovajî wê zextên xwe di tevahiya waran de zêde kirin, nexasim li ser muxalifan û dijberên rejîmê û siyaseta wê.

'BIRYARÊN DADÊ YÊN NE ADIL'

Fatime Kerîmî ragihand ku saziyên ewlehiyê yên Îranê di vê salê de 20 jinên Kurd û zêdetirî 200 mêr girtine.

Fatime bal kişand ser çavdêriya desthilatên ewlehiyê yên Îranê li ser saziyên sivîl û got: "Li Rojhilat, tevlêbûna di biçûktirîn çalakiyeke sivîl an jî çandî de, ew kes rastî girtinê tê û biryarên ne adil li dijî kesên girtî têne birîn."

Fatime Kerîmî destnîşan kir ku zext û siyasetên hovanê di çend salên dawîn de li piraniya Îranê zêde bûne, lê herêmên kurdan ên herî zêde rastî qirkirinên çandî û siyasî tên û wiha dewam kir:"Her çalakiyeke siyasî yan jî çandî li herêmê rastî êriş û zextên ewlehiyê tên."

Fatime bi bîrxist ku li Rojhilat rojane bi dehan çalakvan û endamên tevgerên jinan û hiqûqî bi hincetên ne rast têne girtin.

'GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZEK RAVEKIRINA REDKIRINÊ YE`

Têkildarî helwestên saziyên têkildar li hemberî sûcên desthilata Îranê li dijî çalakvanên girtî, FatIme got tu saziyek an jî aliyek helwesteke cidî li hember biryarên dadgehê yên der mirovî ku desthilata Îran li dijî çalakvanan derdixe, nîşan neda û wiha pê de çû:"Lewra girtî berê xwe didin rê û rêbazên din da ku redkirina xwe ji siyastên ku li dijî wan têne kirin, rave bikin. Piraniya wan dest bi girêvên birçîbûnê dikin. Di encamê de, kesên ketine girava birçîbûnê yan jiyana xwe ji dest didin an jî çalakiya wan naghêje tu encamê."

Fatime behsa rewşa di nava girtîgehên Îranê kir û ev nirxand kir: “Desthilatên ewlehiyê asta herî kêm a pêdiviyên girtiyan ên rojane peyda nakin. di warê tenduristiyê de paşguhkirineke mezin heye nexasim li gel belavbûna vîrusa koronayê. Lewre girtî berê xwe didin girêvên birçîbûnê.”

Fatime bal kişand ser rewşa girtiyên di zindanên rejîma Îranê de û ev agahî dan:" Jiyana girtiyên Kurd, Ereb û Belûş li gel paşguhkirina desthilatên Îranê daxwazên wan, di xeteriyê de ye."

BELGEKIRINA SÛCAN GELEK DIJWAR E

Xebata rêxistinên mafên mirovan li Îranê û belgekirina binpêkirina rejîmê mafên mirovan û sûcên wê li dijî çalakvan û girtiyan belek zehmet e, ji ber wê rastî bi hêsanî dernakeve.

Têkildarî vê babetê jî Fatime Kerîmî bilêv kir ku ruxmî zextên hêzên ewlehiyê li piraniya herêmê, lê dîsa çalakvanên sivîl û siyasî û çapemeniya Kurd hene, kar dikin da ku rastiyê û sûcên ku têne kirin belge bikin.

Fatime da zanîn ku ew agahî û nûçeyan berhev dikin, lê belgekirina sûcan li herêmê gelek dijwar e, ji ber ku desthilata Îranê şêniyan ditirsînin û diyar kir ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê beşek ji sûcan belge kirine û bi raya giştî ya cîhanê re parve kirine.

Fatima anî ziman ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi armanca belgekirina şêwazên sûcên li Rojhilat û Îranê ku pêk tên rasterast hewl dide bi kesayetên hedefgirtî û yên ku hikumeta Îranê mafên wan û malbatên wan binpê dike peywendiyan deyne û van agahiyan belge bike û bi raya giştî re parve bike.

Fatima Kerîmî bi bîr xist ku tore sûcên li dijî sivîlan li Rojhilat û Îranê, rewşa girtiyan, biryarên darvekirinê yên li dijî çalakvan û siyasetmedaran belav dike.

Fatima destnîşan kir ku tore raporên mehane û salane girêdayî sûcên li dijî mafên mirovan li Rojhilat û Îranê amade dike û ji rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) û hin aliyên din re dişîne.

'REJÎM Û DESTÛRA ÎRANÊ DIJBERTIYA MAFÊN JINAN DIKIN'

Nêzîkatiyên rejîma Îranê ji jinan û mafên wan re heman nêzîkatiyên rejîmên din ên li herêmê ne û Komara Îslamî ya Îranê ji xetertirîn û hovantirîn rejîm li dijî jinan e.

Têkildarî vê mijarê jî Fatima Kerîmî da zanîn rejîma Îranê bi dijbertiya bi jinan re tê naskirin û ji destpêka desthilata Milalî ve a Komara Îslamî tê meşandin vê siyasetê dide meşandin û wiha dewam kir:" Di heman demê de destûrên rejîma Îranê û xalên wê tev de hatin guhartin. Lê dîsa jî hemû dijbertiya jinan dikin û cudabûnê dixin navbera jin û mêran de, mînaka wê jî nabe jin di saziyên hiqûqî û siyasî de kar bike."

Fatima Kerîmî diyar kir ku hin jin li dijî qanûnên mêrdestî serî hildidin û hewl didin zextê li rejîma Îranê bikin, da ku li qanûnên xwe yên wekî ferzkirina sergirtinê "hîcabê" û awayê lixwekirina cil û bergan vegere.

ZEYNEB CELALIYAN

Fatima Kerîmî  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Zeyneb Celalliyan û ev yek got: "Zeyneb Celaliyan tevî ku nexweş e jî ji beriya 13 salan ve di girtîgehên Îranê ya yekhucreyî de tê ragirtin."

Fatima Kerîmî da xuyakirin ku desthilata Îranê ji bo Zeyneb Celaliyan îtîraf bike û tesîlm bibe, zextê lê dike û di îşkenceyê re derbas dike, da ku piştre mikurhatinên wê li ser dazgehên xwe yên çapemeniyê belav bike.

Fatima bal kişand ser nexweşiya Zeyneb Celalyan û wiha pê de çû: "Tevî ku Zeyneb nexweş e, lê dermankirina wê bi şertên rejîma Îranê ve girêdayî ye, yanî teslîmkariyê qebûl bike. Zeyneb bi rêya nameyên xwe behsa darvekirin, mijarên jinan û qedexekirina hilbijartinan dikir û helwesta xwe eşkere dikir. Ji ber vê Komara Îslamî bi gelek rêbazan kesayeta wê dike armanc."

TORA MAFÊN MIROVAN A KURDISTANÊ(TMMK)

TMMK saziyeke cîhanî û serbixwe ye. Li Fransayê 2014`an hate avakirin. Tu têkiliyên wê yên siyasî yan jî partiyetî tune ne. Belavkirina belge û agahiyên taybet bi mafên mirovan,  nexasim ên girêdayî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji xwe re dike bingeh.

Li gorî endama TMMK Fatima Kerîmî, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, sûcên ku li Rojhilat û Îranê têne kirin li ser malpera xwe ya li ser enternetê bi sê zimanên Kurdî, Farisî û Inglîzî belav dike bi vê yekê sazî û rêxisitnên mafên mirovan ên cîhanê ji sûcên rejîma Îranê agahdar dike.

Gelek çalakgerên torê yên ku ji 2017`an ve tev li lihevkirina cîhanî ya li dijî darvekirinê bûne, ji ber xebatên wan ji bo belgekirina sûcan li welêt di girtîgehên Îranê de ne, lewre piraniya endamên tore li derveyî Îranê xebatên xwe didomînin.

(şx-eh)

ANHA