Yekitiya Kurd û Ereban fitneyê tune dike

Êlên Ereb û Kurd bang li hemû eşîrên Ereb û Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek û rê nedin fitneya ku pêşeroja gelê Sûriyê dike xeteriyê û wiha got: "Bi yekitiya rasteqîn û niyetên baş, em ê xaka xwe biparêzin."

Yekitiya Kurd û Ereban fitneyê tune dike
1 cotmeh, 2020   06:51
QAMIŞLO- ŞIHAB EL-EHMED

Êlê eşîra El- Tifeyhiyîn Elî El-Hefel girêdayî mijarê ji ANHA`yê re destnîşan kir ku dijminahiya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe û hewl dide parçeyên ji xaka herêmê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike. Her wiha diyar kir ku armanca Tirkiyê derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de ye.

El-Hefel piştrast kir ku êlên Ereb banga yekitî, hezkirin û biratiyê li hemû gelê Sûriyê dikin û destwerdanên derve di xaka Sûriyê de red dikin û wiha domand: "Bi hevgirtin, hêz û yekitiya Kurd, Ereb û Suryenan em ê rê nedin dijminan ku derbasî xaka me bibin."

GELÊ EREB Û KURD HÊZÊN OSMANÎ Û FRANSÎ TÊK BIRIN Û QUDIS RIZGAR KIRIN

El-Hefel wiha domand: "Bila Ereb û Kurd li dîrokê vegerin. Em ji beriya bi sedan salan ve bira ne. Bi saya vê biratiyê û yekitiya netewî me dijminên vî welatî wekî Osmanî û hêzên Fransayê têk bir û Qudis rizgar kir. Encamên herî dawî yên vê yekitiyê, rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê bi destê QSD`ê bû."

Elî El-Hefel diyar kir ku gelê herêmê xwe ji kesî re natewîne û herêm ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kir û wiha got: "Parastina xak, gel û rûmetê erka me ye. Ev yek bi yekitiya hemû pêkhateyên vî welatî pêkan e."

Elî El-Hefel wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bexişandina di navbera Kurd û Ereban de erk e. Ji ber ku ew vî welatî diparêzin û şerê terorê dikin. Em qebûl nakin ku kes fitneyê di nava Kurd û Ereban de derxîne. Ew kiryar dikevin xizmeta dijminan û rê didin dagirkirina herêmê. Parastina xêr û bêrên vî welatî erka me ye. Heke Kurd û Ereb li kêleka hev nesekinin, dê dijmin bi hêsanî derbasî herêmê bibin."

HEVGIRTIN RÊ LI FITNEYÊ DIGIRE

Êlê eşîra El-Amûd a qebîleya Şemer a Ereb Ehmed El-Şatî ji Til Hemîsê bang li hemû qebîleyên Ereb, Kurd, Suryan û Êzidî kir ku li dor hev kom bibin û rê nedin fitneya ku pêşeroja gelê Sûriyê dike xeteriyê. Her wiha piştrast kir ku bi yekitiya rasteqîn û niyetên baş, dê xaka xwe biparêzin.

El-Şatî wiha destnîşan kir: "Armanca hêzên rojhilat ew e ku pêkhateyên herêmê parçe bikin. Divê hemû gelê Sûriyê xaka welat biparêzin. Heke xak ji dest biçe, rûmet jî diçe."

Her wiha tekez kir ku Kurd parçeyekî gelê Sûriyê ne û xemgînî û kêfxweşiya wan girêdayî hev e û wiha got: "Heke Şemer kêfxweş bin, Kurd û Suryan jî kêfxweş dibin."

El-Şatî bang li eşîrên Dêrazorê bi taybetî eşîra El-Igêdat kir ku rê nedin hêzên derve ku fitneyê derxînin û wiha got: "Heke Dêrazor bi îstiqrar be, Til Hemîs jî bi îstiqrar dibe.

HEKE BIBIN YEK, EREB Û KURD HÊZEKE MEZIN AVA DIKIN

Muxtarê gundê Sediya El-Ekrad Ferhan Ismaîl jî ji gelê Kurd û Ereb xwest ku bibin yek û hêzeke mezin ava bikin, da ku hemû rengên mêtîngeriya siyasî, leşkerî û aborî bi dawî bikin. Ismaîl wiha got: "Heke Kurd û Ereb bi tenê bin, dê lawaz bin û dê dijmin bi hêsanî herêmê dagir bike."

Ismaîl destnîşan kir ku bi saya ciwanên Kurd û Ereb û hevgirtina wan li dijî mêtînger û dagirkeran, hêzên Osmanî têk çûn û Qudis hat rizgarkirin.

Ismaîl di dawiya axaftina xwe de bang li birayên Kurd û Ereb kir ku alîkariya ajandeyên derve nekin û hişyar bin û wiha got: "Divê em yekdest bin û li Şamê li ser maseyeke hevbeş rûnin. Ji ber ku bajarên me hemiyan hatin rûxandin û zirar gihaşt gel, ciwan û zarokên me."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lyVaNMTckko" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>