'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'

Koordînasyona Nivîsgeha Êzidiyan a kantona Qamişloyê bang li pêkhateyên herêmê kir ku tev li panelan bin da ku tev li avakirina çanda hevgirtinê bibin û ji astengiyên oldarî û astengiyên ku ji pêşketina civaka demokratîk re dibin kelem, dûr bikevin.

'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'
'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'
'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'
'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'
'Derbaskirina sînorên olî pêşdeçûna ber bi civaka demokratîk ve ye'
30 îlon, 2020   11:45
HESEKÊ

Bi dirûşma "Ez êzidî me, bang dikim hûn min nas bikin" Saziya Êzidiyan îro li bajarê Hesekê panelek li dar xist û tê de behsa pênasekirina ola êzdayetiyê, nasnameya êzidiyan, jinên êzidî û mafên wan di ola êzdayetiyê de kir.

Panel li Hola Xabûr a bajarê Hesekê li dar ket û zêdetirî 50 kesan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, bi dehan endamên navendan û saziyên civaka sivîl, kesayetên civakî, partiyên siyasî û  rêxistinên mafên mirovan tev li panelê bûn.

Çalakger û rojnamevana bi navê Evîn Şêxmûs di panelê de gelê êzidî, ola wan, herêmên ku lê dijîn, di pêvajoya dîrokê de zehmetiya ku kişandine, roja jinan û azara ku kişandine û çawaniya xwenaskirinê pênase kir.

Paşê Cabir Cindo jî axivî û behsa pîvanên ola êzidiyan û rastiya gotegotên ku der barê jinên êzidî de berbelav bûne, kir.

Di heman demê de Koordînasyona Nivîsgeha Êzidiyan a Kantona Qamişloyê Lîloz Mihemed axivî û armanca lidarxistina vê panelê diyar kir. Lîloz Mihemed da zanîn ku têkildarî ola êzidiyan ev panela sêyemîn e ku li dar dikeve.

Lîloz Mihemed bal kişand ser ku divê agahiyên şaş werin rastkirin, ji ber ku gelê êzidî beşek ji pêkhateyên herêmê ye.

Lîloz Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li pêkhateyên herêmê kir ku tev li panelên wiha bibin, da ku beşdarî avakirina çandina biratiyê bibin, sînorên oldariyê û siyasî derbas bikin û astengiyên ku ji pêşketina civaka demokratîk a li herêmê re dibin kelem, rakin.

Êzidî di saziyên hikumeta Şamê de bê par man, bê nasname man û di aloziya Sûriyê de rastî sûcan hatin û di roja îro de jî li herêmên artêşa Tirk dagir kirine, nexasim Efrînê, rastî sûcan tên.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bzBzzjgwjxE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>