Hevşaredarê Qersê yê girtî Ayhan Bîlgen: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim

Hevşaredarê Qersê ya Bakurê Kurdistanê Ayhan Bîlgen ku di operasyona polîsên Tirk a li dijî HDP’ê de hat destgîrkirin, ragihand ku ew ê îstîfa bike û got “Ez destûrê nadim ku bi girtina keyfî bi îradeya bajarekî were lîstin.”

Hevşaredarê Qersê yê girtî Ayhan Bîlgen: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
30 îlon, 2020   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya li dijî HDP’ê de di 25’ê Îlonê de hat destgîrkirin, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û li ser hesabê wî yê Twitterê hat belavkirin. Bîlgen eşkere kir ku ew ê ji wezîfeya xwe îstîfa bike.

Ayhan Bîlgen wiha da zanîn:

“Min temenê ku bi demokrasiyê were lîstin derbas kiriye. Şertên Tirkiyê jî ne xwedî wê yekê ne ku lîstik were lîstin. Ez destûrê nadim ku bi destgîrkirina keyfî bi îradeya bajarekî were lîstin. Hûn dixwazin bigirin, hûn dixwazin berdin, heta dema destgîrkirina min biqede û heke qeyûm nehatibe tayînkirin, ez ê ji wezîfeya şaredariyê berdim. Qers xwedî wê liyaqatê ye ku xwe bi rê ve bibe. Spasiya hemû hembajariyên xwe dikim ku dengên xwe dane me. Heke li Qersê bi şaredareke jin re xebat were birêvebirin tenê ne siyasî, wê kêşeyeke civakî jî were çareserkirin. Divê tu tiştek ne wekî berê be.”