Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê bi meşekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
Şêniyên Helebê ji bo berxwedana Îmraliyê meşiyan
29 îlon, 2020   17:50
HELEB

Çalakiyên şeremzarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xist û piştgiriya gel ji berxwedana Îmraliyê nîşan da.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li kolên herdu taxan geriya. Di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM û Kongreya Star hatin hildan.

Meş li parka Îstîqama rawestiya û bi deqeyeke rêzgirtin mîtîngeke dest pê kir.

Ji rêveberên TEV-DEM'ê Sebrî Efrîn û ji rêveberên Kongreya Star Vajîm Mihemed axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku gel ji bo azadiya rêberê xwe dê li qadan be û asta têkoşînê bilind bike.

Her wiha hate gotin ku "Berxwedana Îmraliyê fikirê azadî yê li hemberî faşîzm û kapîtalîsta cîhanê temsîl dike. Dem dema bilindkirina asta têkoşînê û piştgiriya berxwedana Îmraliyê ye."

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê û banga rakirina tecrîdê bi dawî bû.

ANHA