Dewleta Tirk 24 çalakvanên muxalif destgîr kirin

Polîsên dewleta Tirk vê sibê 24 endamên ‘Tevgera Bênavan’ 24 destgîr kirin. Polîsên Tirk avêt ser mala rojnamevan Zeynep Kûray jî.

Dewleta Tirk 24 çalakvanên muxalif destgîr kirin
25 îlon, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyonên dewleta Tirk ên qirkirina siyasî berfireh dibin. Di çarçoveya lêpirsîna bi navê "Tevgera Bênavan" de polîsên Tirk avêtin ser gelek malan ku malên rojnamevan û nivîskaran jî di nav de bûn.

Di serdegirtinan de parêzer Tamer Dogan û birayê Taylan Kûlaçoglû Ozen Kûlaçoglû jî di nav de, gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, avêtin ser mala rojnamevan Zeynep Kûray jî, lê Kûray ne li malê bû.

Hate ragihandin ku 24 kes hatine destgîrkirin.