‘Miftiyê xwînê û fitneyê’ El-Xeryanî li xwe mikur hat ku destekê ji dewleta Tirk digire

Miftiyê berê yê Lîbyayê Sadiq El-Xeryanî ku ji erkê hatiye dûrxistin û di lîsteya terorê ya 4 dewletan de cih digire û wek “miftiyê xwînê û fitneyê” tê nasîn, li xwe mikur hat ku tekane dewleta desteka wan kiriye, dewleta Tirk e.

‘Miftiyê xwînê û fitneyê’ El-Xeryanî li xwe mikur hat ku destekê ji dewleta Tirk digire
25 îlon, 2020   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Xeryanî bi rêya hesabê xwe yê li ser tevna civakî pêwîstiya piştgiriya dewleta Tirk li dijî pêngava ji hêla dewletên Ewropayê ve li dijî dewleta Tirk a ku bi “har” wesifandî, destnîşan kir, ji ber ku dewleta Tirk hevalbend û dewleta tekane ye ku alîkariya hikumeta Wîfaqê kiriye, bi taybet li hemberî operasyona leşkerî ya artêşa Lîbyayê ji bo vegerandina Terablusê ya paytexta Lîbyayê.

“Miftiyê xwînê û fitneyê” El-Xeryanî dûrxistina dewleta Tirk ji biryarên girêdayî Lîbyayê şermezar kir.

El-Xeryanî sala 2012`an bû miftiyê Lîbyayê û gelek fetwayên rijandina xwînê li Lîbyayê ragihandin, heta gihaşt astekê ku gelê Lîbyayê wî bi “miftiyê xwînê û fitneyê” bi nav bike.

El-Xeryanî 8`ê Hezîrana 2017`an di lîsteya terorê ya 4 dewletên Ereb de (Arabistana Siûdî, Îmarat, Behrên û Misir) de cih girt.

Li gorî raporên Lîbyayê, El-Xeryanî gelekî zengîn e û li cem wî 100 milyon dolar di bankên Qeter, Tirkiye û Brîtanyayê de hene. Wî milkê xwe ji desteka Qeterê û sedeqeyên ji kesayetên navdar ên Îxwan Muslimîn ên gelek dewletan berhev kiriye.

El-Xeryanî hîna xwe wek miftiyê Lîbyayê dibîne û bi rêya kanala ‘El-Tenasuh’ a Îxwanan ku bernameyên xwe ji Tirkiyê bi desteka Qeterê diweşîne, fetwayan dide, ruxmî ku parlamentoya Lîbyayê sala 2014`an ji erkê derxist.

(şx)