Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bikarin muwekîlê xwe bibînin, cara 106'an serî li rayedaran da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da
24 îlon, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo ku sibe muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzeran 105 caran serlêdan kirin, lê bersiv wernegirtin.