Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-DEM) a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dirûşma “Êdî bes e ji dagirkeriyê ye dem dema parastina şoreşê ye” meşek ji bo şermezarkirna tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, orgenîze kir.

Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
Li Şêxmeqsûd mamoste li dijî tecrîda ser Ocalan meşiyan
23 îlon, 2020   17:55
HELEB

Bi dehan mamoste û şêniyên taxê li pêşiya hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), KPC-DEM û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş bi berzkirina sloganên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker dest pê kir û li cem çerxerêya Serok Apo ya li beşa rojhilatê taxê bi dawî bû.

Meş li ber çerxerêyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Zîlan Şêxo bi navê Rêveberiya Jin a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û endama rêveber a KPC-DEM`ê Fatme Koşan axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku civak bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pêş ket. Her wiha diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan mirov ji tevahiya cureyên koletî û bikaranînê parast, heta niha li Îmraliyê ruxmî ku tecrîd lê hatiye ferzkirin lê li ber xwe dide.

Axaftvanan tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kirin û îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hertim hewl dide vîna gel bişkîne û azadiya wî têk bibe.

Meş bi berzkirina dirşûmên silavkirina rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

(şx)

ANHA