‘Divê her kes li dijî êrişên artêşa Tirk her tim amade de be’

Dayikên şehîdan û dayikên şervanên gerîla yên li kantona Qamişloyê bang li gelê Kurdistanê kir ku her tim amade bin û li dijî artêşa Tirk li qadên şer bin.

‘Divê her kes li dijî êrişên artêşa Tirk her tim amade de be’
‘Divê her kes li dijî êrişên artêşa Tirk her tim amade de be’
‘Divê her kes li dijî êrişên artêşa Tirk her tim amade de be’
23 îlon, 2020   11:11
QAMIŞLO

Dayikên şehîdan û dayikên şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) ên li bajarên Qamişlo, Dêrik û navçeyên Amûdê û Tirbespiyê pêngava KCK`ê ya ku 12`ê Îlonê hate ragihandin, pêşwazî kir û got: "Bi navê dayikên şehîdan û gerîlayan li dijî artêşa Tirk û dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên me yên sivîl dest pê dikin."

Têkildarî êrişan daxuyaniyên cuda hatin dayîn. Li bajarê Qamişloyê dayikên şehîdan û dayikên şervanên HPG`ê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan daxuyanî da. Menîca Heyder daxuyanî xwend. Her wiha li bajarê Dêrikê jî daxuyaniyek hate dayîn û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Salîha Hacî daxuyanî xwend. Li navçeya Tirbespiyê jî Xerma Xelef li Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.

Dayikên şehîdan û dayikên şervanên HPG`ê diyar kir ku êdî divê çalakiyên sivîl ên li dijî artêşa Tirk zêdetir bibin, ji ber ku artêşa Tirk hebûna gelê Kurd û gelê herêmê dike armanc.

Dayikan eşkere kir ku artêşa Tirk li dijî zarok û gel rêbazên hovane pêk tîne û li hemberî van êrişan civaka navneteweyî û herêmî bê deng e, ev jî ji bo artêşa Tirk şewqa kesk e û dihêle sûcên xwe berdewam bike.

Dayikên şehîdan û dayikên gerîlayan eşkere kir ku civaka navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd bi erka xwe ranabin. Ji ber gelê Kurd rastî êrişên çewisandina nasname û dîroka kevnare tên.

Di dawiyê de dayikan bang li civaka Kurdistanê tevahî kir ku divê her tim amade bin û li dijî artêşa Tirk li qadên şer bin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RfARaxDvYEg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>