Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan

Şêniyên kantona Kobanê û navçeya Girkê Legê û gundên wê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker daketin qadan û bi yek dengî got "Erê ji berxwedanê re" û îşaret bi bilindkirina asta têkoşînê heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
Li Girkê Legê û Kobanê gel li dijî êrişên dewleta Tirk daket qadan
23 îlon, 2020   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/39RJUH1UDT0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Îro bi sedan şêniyên Girkê Legê li herêma Cizîrê û kantona Kobanê bi dirûşma "Em dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin" û "Na ji dagirkeriya artêşa Tirk û erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, gundên wê û endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn û ber bi naverasta navçeyê ve meşiyan.

Xwepêşandêran pankartên "Em dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin", "Na ji artêşa Tirk re" û "Na ji guhartina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re" rakirin. Xwepêşandêran banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û piştrast kir ku armanca tecrîdê  şikandina vîna gelê Kurd û gelê azadîxwaz e.

Li ser navê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî û got ku ew wek partiya PYD`ê ku xizmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dibêjin na ji dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên wan re û dibêjin erê ji bilindkirina asta berxwedanê re. Saroxan diyar kir ku her tim dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê dike, li gel vê hin hêzên din jî hewl didin herêmê serwer bikin.

Di dawiya axaftinê de Saroxan da zanîn ku li dijî gelê herêmê plan hene û hewl didin hebûna gelê Kurd û nasnameya wî tune bikin, ji ber vê divê parastina destkeftiyan bikin.

KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) li kantona Kobanê di çarçoveya pêngava "Na ji dagirkeriya artêşa Tirk re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li dijî sûcên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî meşek li dar xist.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl ji Qada Jina Azad a Kobanê dest bi meşê kir û ber bi Qada Aştiyê ve çûn. Xwepêşandêran alên PYD, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Meş li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê û li wir Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava yên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin kir û got: "Da ku em parastina destkeftiyên xwe ji artêşa Tirk bikin divê em cihê xwe di nav pêngavê 'Na ji artêşa Tirk re û erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re' bigirin, li dijî dewleta Tirk, tevahiya kesên hewldana şikandina vîn û berxwedana me dike û dixwaze dawî li şoreşa me bîne tê bikoşin."

Mihemed Şahîn di dawiyê de banga sekinandina li dijî dewleta Tirk kir.

Her wiha hevseroka Meclisa PYD`ê ya kantonê Bêrîvan Hesen jî got li hemberî sûcên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî tevahî cîhan bê deng e, ji ber vê divê gel li hemberî artêşê û sûcan bê deng nemîne û tev li pêngavê bibe û piştgiriya hev bike.

(eh)

ANHA