Li paytexta Şamê erebeyeke bombebarkirî teqiya

Vê sibê li taxa "Mezê 86" ya paytexta Şamê erebeyeke bombebarkirî ku li têketina taxa Qebîl bû teqiya.

Li paytexta Şamê erebeyeke bombebarkirî teqiya
19 îlon, 2020   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebeyeke bombebarkirî ku li têketina taxa Qebîl a paytexta Şamê sekinîbû teqiya û têkildarî bûyerê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan(SOHR) eşkere kir ku ji ber teqînê zirarên madî çêbûn û heta niha ne diyar e ka birîndar û wendahî hene yan na.

Tê zanîn ku 14`ê vê mehê li bajarokê Zakiyê yê gundewarê rojavayê Şamê teqînek rû da, paşê eşekre bû ku bombeyek di erebeya kesayeteke girîng ê lihevanîna li herêmê  hatibû çandin û dema dihat malê bombe teqiya. Di encamê de ew bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyên li paytexta Şamê.

(eh)

ANHA