NY`yê sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê belge kir

Neteweyên Yekbûyî, piştî demeke dirêj, bi raporekê sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin, belge kir.

NY`yê sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê belge kir
16 îlon, 2020   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, li gorî şerê navbera Çile û Tîrmeha 2020'an ê li Sûriyeyê, raporek amade kir.

Di raporê de, ji bo belgekirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê 'Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê' li Efrîn û Serêkaniyê kirine, wêne û dîmenên ji peykê hatin kişandin, hatin parvekirin.

Dîmenên di raporê de cih girtine wiha ne:

Perestgeha Aîn Dara ya 3 hezar salî ya li Efrînê, ku ji aliyê UNESCO ve dihate parastin, ji van wêneyên peykê eşkere dibe ku bi çi rengî hatiye rûxandin.

Her wiha ji bo balê bikişîne ser rûxandina Qada Sîtê ya Arkeolojîk a Helenîstîk ku li herêma Efrînê ye, wêneyên demên cuda yên peykê hatin weşandin.

Ji wêneyên demên cuda yên hatine kişandin, tê dîtin ku wargeha sivîlan a li gundê Dawoûdiya yê Serêkaniyê di dema êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de çawa hatiye rûxandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku malên sivîlan ên şêniyên Dawoûdiyayê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine desteserkirin û qad veguheriye baregeha leşkerî.