​​​​​​​QSD’ê çeteya dizan girt

QSD’ê şebekeya ku bi diziya cebilxaneya leşkerî radibû tepeser kir.

​​​​​​​QSD’ê çeteya dizan girt
15 îlon, 2020   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê 6 kesên cebilxaneya leşkerî bi pere difirotin girtin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên QSD’ê hatine bidestxistin, koma ji 6 kesî bi navê (Z.İ.), (M.B.), (F.A .), (A.R.), (A.Z.), û (Z.İ) ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin destgîrkirin. Sedema girtina van kesan dizîya cebilxaneya leşkerî ye. Destgîrkiriyan di bin çavan de sûcên xwe itiraf kirin.  

Hate aşkerekirin ku kelûpelê leşkerî yê mîna keleşnîkof, gule, şajor û parçeyên zerîpoşên leşkerî bûne û dizan ev kelûpel firotine. Her weha bi biryara dadgehê ev çeteya dizan hate girtin û pereyê ji firotina kelûpelên leşkerî wergirtî jî bi biryara dadgehê dest danîn ser.

(od)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/apucRnC7aF4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>