Bloomberg: El-Serac dê îstîfa bike

Ajansa Bloomberg da zanîn ku serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac israr dike ku ji erka xwe îstîfa bike. Her wiha El-Serac piştrast kir ku dê heta pêkanîna dan û standinên avakirina hikumeta nû li Cinêvê di meha bê de, bi awayekî demkî li ser erka xwe bimîne.

Bloomberg: El-Serac dê îstîfa bike
15 îlon, 2020   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Du rayedaran ku navên xwe eşkere nekirin, got bi ragihandina El-Serac a îstîfaya xwe, dê hin fişar li ser wî bên kêmkirin, lê dê heta pêkanîna dan û standinên li Cinêvê di meha bê de li ser erka xwe bimîne.

Dê ji her du aliyên hevrik bê xwestin ku li ser sazûmaniya nû ya meclisa serokatiyê erê bikin da ku rêveberiyên li welat bibin yek û amadekariya hilbijartinan bikin.

Tê texmînkirin ku ev pêngav ji aliyê piştevanên Hefter ên herêmî ve bê pêşwazîkirin, jê jî Misir û Îmarat e. Bi wê re jî dê diyalogan bi hedefa yekirina dewletê yê li bakurê Afrîkayê hêsan bikin ku tê de petrol pir e.

4 berpirsan diyar kir ku El-Serac û alîkarên wî plana bi hevabendên lîbyayî û navneteweyî nîqaş kir. Her wiha tê texmînkirin dê ev yek di dawiya hefteyê de bê ragihandin.

(fr)