Li taxa bazirganiyê ya li Beyrûtê şewateke mezin

Îro li taxa bazirganiyê ya li Beyrûtê şewateke mezin, piştî çend hefteyan ji şewata li bendera Beyrûtê, rû da.

Li taxa bazirganiyê ya li Beyrûtê şewateke mezin
15 îlon, 2020   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Skynewsê, tîmên parastina sivîl berê xwe da cihê şewatê ku vemirînin û şewat kontrol kir. Lê heta niha sedemên şewatê ne diyar in.

Skynewsê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê rêyên ber bi herêma ku lê şewat rû daye, girtin. Lê vê herêmê di encama teqîna 4’ê Tebaxa borî de gelek zirar dîtin.

Beriya hefteyekê jî li depoyeke li bendera Beyrûtê şewateke mezin rû dabû û dûmana şewatê gelek taxên li Beyrûtê pêçabû.

Rayedaran da zanîn ku di encama sererastkirina zirarên teqîna li bendera Beyrûtê çêbûyî de, şewat hefteya borî pêk hat.

(fr)