Panela duyemîn a MSD'ê bi dawî bû

Panela duyemîn a MSD'ê bi pêşniyarên der barê gihîştina lidarxistina kongreyeke niştimanî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berfirehkirina Rêveberiya Xweser bi dawî bû.

Panela duyemîn a MSD'ê bi dawî bû
14 îlon, 2020   14:52
HESEKÊ

Panela diyalogê ya duyemîn a MSD’ê bi dirûşma "Ber bi kongreyeke neteweyî ji şêniyên Cizîr û Firatê re" vê sibehê li bejarê Hesekê dest pê kir. Derdora 150 kesayetên siyasî, çandî, êl, partiyên serbixwe yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ligel Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û Cîgirê Wê Hikmet Hebîb beşdarî panelê bûn.

Şaneyek ji Amerîkayê bi armanca şopandina panelê beşdarî rûniştina duyemîn a panelê bû. Şandeyê piştgiriya xwe bi vê însiyatîfê diyar kir û got: "Ji bo me cihê serfiraziyê ye ku van nîqaşan guhdar bikin."

600

Di rûniştina duyemîn a panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn "diyaloga sûrî-sûrî, diyaloga bi opozisyonê re, diyaloga bi rejîmê re, diyaloga kurdî-kurdî û bandora wan li ser çareseriya siyasî" û mijara duyemîn  "Têkiliyên dîrokî di navbera gelên herêmê de û rola wê di avakirina rêveberiya xweser de, mekanîzmeya pêşxistina beşdarbûna di rêveberiyê de"

Di dawiya panelê de gelek pêşniyar hatin kirin "Pêşxistina aborî û derbaskirina krîzan, dabînkirina taximeke perwerdeyê xurt û nû ku layiqî Rêveberiya Xweser û perwerdekirina wê be, pêşxistina rewşa çandinî, pêkanîna diyalogan bi hikumeta Şamê re di demekê lezgîn de bêyî mudaxeleyên aliyên derve."

Her wiha hate xwestin ku komîn werin aktîvkirin, meclisên nû di hemû qadan de werin avkirin.

Beşaran diyar kirin ku pêwîst e çarenûsa girtiyên di girtîgehên hikumeta Şamê û windayan werin diyarkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/CXpc38mQXBU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>