​​​​​​​Koalîsyona Erebî 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan rûxandin

Hêzên Koalîsyona Erebî êrişên xwe yên li dijî Hûsiyan zêde kirine. Balafirên Koalîsyonê 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan li baregeha Dêlmî rûxandin.

​​​​​​​Koalîsyona Erebî 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan rûxandin
13 îlon, 2020   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Koalîsyona Erebî li Yemenê gelek cih û baregehên komên Hûsiyan li paytexta Senaayê hedef girtin.

Di van êrişan de çiyayê El-Semî yê parêzgeha Erheb li bakurê paytextê, baregeha Dêlmî ya leşkerî ya li kêleka balafirgeha Senaa ya navneteweyî û baregeha herêma Hezîz li başûrê paytextê hatin hedefgirtin.

Di encamê de 4 balafirên bêpîlot ên Hûsiyan li baregeha Dêlmî ya asîmanî hatin rûxandin.

oh