Meclisa Jinan a Sûriyê banga xurtkirina tedbîrên ku jinan ji tundiyê diparêzin kir

Lîna Berekat piştrast kir ku divê jinên Sûriyê beşdarî hewldanên avakirina aştiyê bibin. Her wiha divê girîngiyê bidin nûnertiya xwe ya rasteqînî di blokên siyasî û cihên dayîna biryaran de. Lîna Berekat banga xurtkirina tedbîrên qanûnî yên nevneteweyî ku jinan ji tundî û sûcên cihêreng diparêzin, kir.

Meclisa Jinan a Sûriyê banga xurtkirina tedbîrên ku jinan ji tundiyê diparêzin kir
8 îlon, 2020   12:32
QAMIŞLO

Koordînatora giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat bi boneya salvegera 3’yemîn a damezirandina meclisê daxuyaniyek ku li Parka Xwendinê ya Qamişlo da. Di daxuyaniyê de endamên rêxistinên jinan, saziyên jinan û endamên Meclisa Jinan a Sûriyê amade bûn.

Lîna Berekat bi rêya daxuyaniyê wiha got: "Jinên Sûriyê gelek azarên şer kişandin û hê jî dikişînin. Temenekî giran ji windakirin, koçberkirin, xizantî, tundî û sûcên li dijî wê da. Lê ji ber rola jinan di rawestandina şewata Sûriyê de heye, mîna îro sala 2017’an damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê li Minbicê hat ragihandin û tê de zêdetirî 224 jinên Sûriyê ji tevahî bajarên Sûriyê amade bûn.

Lîna Berekat wiha domand: "Îro bi boneya salvegera 3’yan a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê pîroz dikin. Meclisê girîngî da kedên jinan di xurtkirina aştiyê nexweyî, bi taybet li herêmên koçberî çêbûye, her wiha girîngî da rawestandina şer û beşdarbûna siyasî di avakirina çareseriya siyasî ya pêşeroja Sûriyê de."

ÇALAKIYÊN MECLISÊ

Lîna Berekat xebatên meclisê yên sê salên borî mîna pêkanîna aştî û rawestandina şerê li Sûriyê eşkere kirin:

- Zanîna siyasî di çarçoveya veguhastin û derxistina civaka Sûriyê ji rewşa leşkerî ber bi hevrikiya siyasî ve, her wiha lêgerîna encamên siyasî ji bo rewşa niha li gorî çarçoveya navneteweyî û herêmî.

- Lidarxistina gelek forum û komxebatan ji bo nîqaşkirina rewşa jinan a Sûriyê û danîna wê di makezagonê re de.

- Werşe û perwerdeyên li ser mekanîzmeya hevkariya civakî û heta yê navneteweyî ji bo gelek dosyayan.

- Mekanîzmaya lêhûrbûna nakokî, şerê û xebata li ser fêmkirina sedem, ajo û pêdiviyên wê, da ku çawaniya çareserkirina nakokiyên bi awayekî mayînde û qedexekirina nûbûna wê bizanin.

- Werşeyên li ser avakirina sermayeya civakî, girîngiya wê di başbûna civakan de, her wiha girîngiya hevgirtina wê di projeyan de ku bigihînin berjewendiyên hevbeş ji bo tevan.

- Teşwîqkirina jinan a beşdariya di meclisên herêmî, xebatên siyaziyan, dayîna biryar zanîna girîngiya rola wê di aştiya civakî û çêkirina aştiyê de.

- Perwerdeyên li mijarên siyasî yên pêşeroja Sûriyê, mîna dan û standin, girse û hevkarî, xebata siyasî li Cinêvê, merheleya demkî, destûr, hilbijartin, çareserkirina ewlehî, hikumet û pergalên hundirîn.

- Perwerdeyên li ser mafên jinan di qanûnên çêkirî de.

- Ger û diyalogên ji bo teşwîqkirina rola jinan a siyasî û civakî.

- Forum û panelên zanînê yên siyasî bi mijarên cihêreng.

- Piştevaniya derûnî û çalakiyên ji bo zarokên koçber.

- Perwerdeyên pîşeyî û xurtkirina zanîna jinan li herêmê.

- Meclisa Jinan a Sûriyê girîngiyeke taybet da kampan, nemaze kampa Holê, her wiha tê de gelek perwerdeyên piştevaniya derûnî ji jinan û zarokên li kampê re hatin dayîn.

Lîna Berekat da zanîn ku xebata çareseriya aştiyê li Sûriyê bêyî beşdariya rastîn ji tevahî sûriyan re ne pêkan e û wiha axivî: "Jin ên herî bi hêz in ku xwe bigihînin malbat û civakê. Her wiha jin dikarin bandorê li mekanîzmeya fikirandina mêran bikin û ber bi xebateke cidî di pêkanîna ewlehî û aştiya li welat de bibin."

Lîna Berekat bang li xurtkirina tedbîrên qanûna navneteweyî û navdewletî ya parastina jinan ji tund û sûcên cihêreng kir. Da ku mecalê li pêş beşdariya wê ya siyasî û civakî bêyî tirsa serdegirtina ewlehî yan jî çewisandina siyasî, qanûnî, cesedî û civakî, bê vekirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/19HKSaY_exA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>