Şîretên ji bo kêmkirina bandora guhartinên avhewayê li ser berhemên çandiniyê

Desteyên Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber hin guhartinên avhewayê pirsgirêk di berhemên çandiniyê de derdikevin.

Şîretên ji bo kêmkirina bandora guhartinên avhewayê li ser berhemên çandiniyê
8 îlon, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Cizîrê giştînameyek ji cotkaran re derxist ku tê de hin şîretên ji bo telafîkirina pirsgirêkên li pêş berhem û axa çandiniyê eşkere kir. Her wiha da zanîn ku ev yek bi sedema guhartinên avhewayê yên salên borî ye.

Di giştînameya bi hejmara 937’an de gelek şîret der barê guhartinên salên dawîn û zêdebûna barîna baranê di demên cihêreng ji zivistanê de û heta demên dereng, eşkere kirin.

Di giştînameyê de wiha hate gotin: "Bang li cotkaran dikin ku cot kûr biajon. Ji ber rola wê di zêdebûna rêjeya oksicînê ya axê, zêdebûna tevgerên gurmikên bisûd, xweberdana damaran li nava axê û zêdebûna mijandina avê de, heye.”

Di giştînameyê de hat diyarkirin ku du sedemên zerbûn, kêmbûna berhema çandiniyê û nexweşiyên kuvarkî li genim û ceh hene;

1- Kêmbûna hêmanên xwarinê yên mezin û biçûk di axa çandiniya seraser re ye, her wiha ev yek bi van rêbazan tê telafîkirin:

- Pêkanîna rêxistina çandiniyê ya guncaw ji hêla Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Dewlemendiya Sewalvaniyê ve.

- Bikaranîna semadê pez, ji ber ku rola wê di hêşînbûna giha û berhemê de heye.

- Pêkanîna cotkirina kûr.

2- Xeniqandina axê, çîneke çalebend çêdike:

Her wiha derbasbûna alavên giran di ser axa çandiniyê û nekûrbûna cotkirinê bi demên dirêj, çîna çalebend an jî hevgirtî çêdike. Bi wê re jî hewa di nava axê re naçe û av li ser axê kom dibe. Ew jî dibe sedema zerbûn, qezmbûna giya û nepêkanîna xebata keskbûnê bi awayekî guncaw.

(fr)

ANHA