Balafirên artêşa Tirk ji şevê din ve gundên Dihokê bombebaran dikin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagriker ji şevê din ve herêma Zengelê ya Dihokê, gundê Rezikê yê navçeya Amediyê û geliyê Bazê yê herêma Kanîmasiyê bombebaran dikin.

Balafirên artêşa Tirk ji şevê din ve gundên Dihokê bombebaran dikin
8 îlon, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa Tirk îro gundekî nêzî navenda bajarê Amediyê bomberan kir. Li gorî agahiyan gundê Rezikê ya dikeve quntara çiyayê Garê 2 km dûrî navenda bajarê Amediyê ye, îro hatiye bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandine, êrişeke hemwext li dijî geliyê Bazê yê dikeve herêma Kanîmasiyê ku ew jî girêdayî Amediyê ye, hatiye bombebarankirin.

Her wiha li gorî hinek çavkaniyên herêmî ragihandine û di medyaya civakî de jî hatiye parvekirin balafirên şer ên Tirk herêma Zengelê ya dikeve ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirine. Di bomberana şevê din de agir bi herêmê ketiye.

Li gorî agahiyan wesayîteke sivîl li herêmê bûye hedef û di encamê de çend kes birîndar bûne. Lê agahiya birîndarbûna welatiyan hîn heya niha ne hatiye piştrastkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, liv û tevgereke zêde ya balafirên şer li ser herêma Behdînanê heye.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker 19’ê Tebaxê gundê Kanî Mezinê yê Kanîmasiyê bombebaran kiribû û di encamê de rêveberê dibistana gund mamoste Xalid Ebdurehman şehîd bûbû.