Yewnanistan: Dewleta Tirk, dewleteke yekane ye ku li her derê eniyên şer vedike

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias helwesta dewleta Tirk a der barê welatê xwe de rexne kir û piştrast kir ku dewleta Tirk dewleteke yekane ye ku eniyên şer li her derê vedike.

Yewnanistan: Dewleta Tirk, dewleteke yekane ye ku li her derê eniyên şer vedike
8 îlon, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nikos Dendias piştî civîna bi hempîşeyê xwe Malte li Atînayê re got divê Yekitiya Ewropayê (YE) bi cidî û bê dudilî li hember van helwestan bisekine.

Dendias bal kişand ser ku dewleta Tirk ne tenê dewletên YE’yê armanc dike, lê belê bi helwestên xwe yên dijminahî, li dijî YE’yê bi xwe ye.

Vekolîna dewleta Tirk li ser gazê li herêmên bi Yewnanistanê re bi nakok hêrsa Atîna û YE’yê jî rakir.

Dê di pêncşema bê de li Fransayê civîna 7 dewletên Ewropayê ji bo lêkolînkirina nakokiya bi dewleta Tirk re, li dar dikeve.

(fr)