Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye

Malbata dayika Zehra Muslim yek ji wan malbatan e ku hîna ji ber şerê Sûriyê yê ji beriya gelek salan ve, azaran dikişîne. Trajediya wê malbatê bi wendakirina lawê xwe bi dawî nebû, lê belê 3 caran ji herêmekê koçberî herêmeke din bû û niha di rewşeke pir zehmet de rojên xwe derbas dike.

Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
Trajediya malbata Zehra yek ji bandorên şerê Sûriyê ye
8 îlon, 2020   07:43
KOBANÊ

Şerê Sûriyê birînên kûr ji gelek malbatan re hişt. Zarokên hin malbatan di şer de şehîd bûn, hatin revandin û wenda bûn, hinek malbat jî ji herêmên xwe koçber bûn û malên hinekan hatin rûxandin û cihekî wan hembêz bike nema.

Malbata dayika bi navê Zehra Muslim mînakeke biçûk a çîroka bi hezaran malbatên Sûriyê ye ku şer ew ji hev xistin. Malbata ku ji 8 keçan, 2 xortan û Zehra û hevserê wê pêk tê, di odeyeke biçûk ku têra vê malbata mezin nake de dimîne.

Ji ber rewşa jiyanî ya xerab a malbatê û ji ber ku malbat nikare maleke nû ava bike, keçên malbatê biryarê didin ku malekê ji axê çêbikin. Bi alîkarî û perspektîvên bavê nexweş ku bi felcê ketiye, keçan malek ji xwe re çêkirin.

Ji ber bihabûna madeyan li gel rewşa aborî ya xerab û daketina nirxê lîreya Sûriyê, piraniya malbatên Sûriyê di rewşeke trajedîk de dijîn, nexasim yên ji herêmên xwe koçber bûne. Aboriya Sûriyê piştî ferzkirina Amerîkayê gelek cezayên dîplomatîk û aborî li dijî gelek sazî û kesayetên di hikumeta Sûriyê de, xerabtir bû.

Malbata dayika Zehra ji ber şer 3 caran ji herêmekê koçberî herêmeke din bû. Rêwîtiya koçberiyê ji Reqayê dest pê kir, dema ku çeteyên DAIŞ`ê bajar dagir kir û ji tirsa qirkirinê Kurd koçber bûn.

Malbat li erdekî xwe yê li rojavayê Eyn Îsayê heta demeke kin bi cih bû, piştre ji ber êrişên "Artêşa Azad" erdê xwe bi malbateke Ereb ji gundê Bîr Hebeş ê girêdayî Girê Spî re guhert.

Malbata Zehra li wî gundî malek ji xwe re ava kir, lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêm dagir kir û piraniya şêniyên resen dan koçberkirin, dayika Zehra jî neçar ma berê xwe bide gundê Holaqî (20 km li rojhilatê bajarê Kobanê).

Zehra ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de li Girê Spî kurekî xwe wenda kir, ji ajansa me re wiha dibêje: "Piştî ku lawê min di şerên Girê Spî de şehîd bû, em li vir li mala xizmên xwe bi cih bûn. Lê belê wan em ji malê derxistin, me nizanî em bi ku ve biçin! Em hatin mala kevin a hevserê min, ku ev ode ji zû de lê kiribû."

Zehra wiha domand: "Niha em hemû di odeyeke biçûk de bi cih dibin, ji ber wê dema em hatin vir me konek veda da ku em wekî mutbex bi kar bînin."

Zehra Musilm wiha lê zêde kir: "Ji ber ku odeya em tê de dimînin teng e, me hewl da malekê ava bikin. Lê belê rewşa me xerab e û derfetên me kêm in, me nikarî kelpîç û çementoyê bikirin û keçên min maleke ji 2 odeyan û mutbexekê bi tuxleyan çêkirin. Niha tenê pêwîstiya me bi banê malê heye, lê derfetên me tune ne."

Hêjayî gotinê ye, qalibên axî (tuxle) madeyeke xwezayî ye ku li şûna qalibên kelpîçan di lêkirinê de tê bikaranîn. Ew ji axê û hinek kayê (anku gihayê hişk yê hûrkirî û nerm) tê çêkirin, tuxle li ber rojê tê zuhakirin û ji bo lêkirinê amade dibe.

Zehra wiha çîroka xwe berdewam dike: "Rêya tê malê û eleketrîk tune ye. Me gelek caran daxwazên xwe ji bo elektrîkê pêşkêş kir, ji me re gotin em burcekî veguhestina eleketrîkê bikirin. Lê rewşa me pir zehmet e, em nikarin burc bikirin. Ji lewra, me ji şêniyên gund xwest ku hevkariyê bikin. Hinekan qebûl nekir, ji ber wê me ji cîranan xeteke elektrîkê ji bo ronîkirinê tenê xwest, lê wan jî daxwaza me bi cih neanî."

Dayika Zehra destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker şênî da koçberkirin, zarok û ciwanên wan kuştin. Niha jî ji ber êrişên domdar ên li ser gundên Girê Spî ew nikarin vegerin malên xwe. Zehra weha got: "Tirkiyê dijmina me ye û dixwaze me qir bike."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmeha sala borî ve, êrişên xwe li ser Girê Spî dewam dike. Ji ber êrişên Tirkiyê yên sala borî ku di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, bi dehan jin û zarok şehîd bûn û şênî bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin.

Dayika Zehra di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku wan tu alîkariyên mirovî ji tu aliyan negirtine û got: "Me tu alîkarî ji tu kesî nedît, ne kesî serdana me kir û ne jî haya wan ji rewşa me ya xerab heye."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/es4jOfvCCd0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>