Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kes bi vîrusa Koronayê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
7 îlon, 2020   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên bi vîrusê ketibûn mirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku kesên mirine mêrekî (52) ji bajarê Qamişlo ye û jinek (66) ji  Dêrikê ye.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 65 kesên din bi vîrusê ketine, 33 mêr in û 23 jin in.

65 kesên bi vîrusê ketine li van herêman in;

Hesekê; 12

Qamişlo; 11

Dêrikê; 16

Dirbêsiyê; 6

Amûdê; 1

Tirbespiyê; 1

Rimêlan; 1

Girkê Legê; 2

Kobanê; 3

Dêrazor; 2

Tebqa; 2

Reqa; 8

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 40 kesên din ên bi vîrusê ketibûn baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 689 kes bi vîrusê ketine, ji wan 42 kes mirine û 198 jî baş bûne.

(eh)

ANHA