Yekitiya Jinên Êzidî: Dewleta Tirk azadî û demokratiyê diçewisîne

Yekitiya Jinên Êzidî ya  Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî kesên azadîxwaz û demokratîxwaz siyaseta çewisandinê dide meşandin, jinên li Efrînê nûnertiya vîna jinên cîhanê dikin û sûcên li dijî wan ji bo mirovahiyê şermek e.

Yekitiya Jinên Êzidî: Dewleta Tirk azadî û demokratiyê diçewisîne
5 îlon, 2020   12:27
ŞEHBA

Endamên Yekitiya Jinên Êzidî li qada Navenda Yekitiya Êzidiyan a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û alên yekitiyê rakirin.

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinan a Êzidî Meryem Cindo bi zimanê erebî û Orîvan Menan bi zimanê kurdî daxuyand xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xala hate kirin:

"Ji destpêka dîrokê ve jinan di avakirina civak û nirxên mirovahiyê de roleke mezin lîstine, lê bi derketina hişmendiya mêrdestî re rola jinan hate çewisandin.

Piştî artêşa Tirk bajarê Efrînê dagir kir, anku ji beriya du sal û nîvan ve, siyaseta qetilkirin, revandin, wêrankirin û guhartina demografiya herêmên şênî lê hene tê meşandin û bi vê yekê Efrînê bû bajarê sîxur û mafyayan, ji ber ne mirov û ne jî kevir ji şerê wan bê par mane.

Jinên li Efrînê nûnertiya vîna jinên cîhanê dikin, sûcên li dijî wan tê kirin, ji bo mirovahiyê şermek e, li gel vê dewleta Tirk a faşîst li dijî jinên li Şengalê qetilkirin û revandin pêk anî û civaka navneteweyî bê deng ma, lewma ne dûr e ku dewleta Tirk a ku vîna kesên azadîxwaz û demokratîxwaz diçewisîne û wekheviyê red dike, vîna jinan biçewisîne. Ya herî dawiyê jî li dijî Ebru Tîmtîk a parêzera edaletê ku 238 rojan ketiye greva birçîbûnê siyaseta hovane meşand.

Em Yekitiya Jinan a Êzidî bang li civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, mafnasiyê û rêxistinên mirovî dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Kurdan pêk tîne bisekinin û bi erka xwe ya exlaqî rabin."

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bNA8XuhkXcI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>